Dengbêjek dengê wî nehatiye bihîstin: Aşiq Remezanê Hênê

img

AMED – Dengbêj Remezanê Hênê famberî xwe bûye nebûye bi sewta xwe ya xweş karê stranbêjî û kilambêjiyê dike û cihek nemaye ku lê negeriyaye. Dengbêj Remezan got enstrûman, muzîk û alavên modern çanda wan a dîrokî xelas kiriye û  ew hêj bi çanda popûler-modern re têdikoşin. 

Yek ji çanda kevneşopî ya kurdan dengbêjiyê. Dengbêj dikarin bi şev û rojan bûyerên bi serê kurdan de qewimî ne bêjin û bi klaman êş, azar û hezkirina civakê ragihînin. Yek ji van dengbêjan jî Dengbêj (aşiq) Remezanê Hênê ye û ew di sala 1966’an de li navçeya Hênê ya Amedê wek zarokek malbata aşiq hatiye dinê. 21 sal e li navçeya Rezanê ya Amedê dijî. 
 
JI KESERA DILÊ XWE DIQÎRE 
 
Ew aşiqiyê ji malbata di nav de mezin bûye fêr dibe û niha jî wek pîşeyek ji xwe re dibîne. Beriya çanda estrûmanan derkeve dengbêj Remezan li gund û bajaran diçe dawetan distrê û li def û zirnê dide. Dengbêj Remezan dibêje ku çanda popûler ango estrûmanên modern karê wan xelas kiriye. Dengbêj Remezan ji nav kesera dilê xwe diqîre û bi sewtek xweş û dengek zîz klam û stranan dibêje. Kilaman bi eşqek mezin dibêje ku bi qirika xwe gotinan dixûlxûlîne. 
 
BI KLAMÊN NEHATINE BIHÎSTIN DADIKEVE 
 
Dema destê xwe datine ber guhê xwe û hebên tizbiya xwe li pey hev berdide, bi bejn û bala xwe ango cilên Amedî qîr dide klaman hema mirov dixwaze lê guhdar bike. Her çiqas klaman bi şêwaza hêla Amedê ango aşiqî dibêje jî lê bes dengê ji gewriya wî derdikeve qey mirov dibêje dengbêj Remezan li kêleka dengbêj Şakiro mezin bûye. Wisa heta niha klam û stranên belkî qet nehatine bihîstin pê dadikeve û klaman li pey hev rêz dike. Klam û dengê Remezan hêjayî guhdarkirinê û temaşekirinê ye.  
 
KLAMA ‘ZÊRÎN’ Û ‘BEDIRXAN Û HIZNA XANIM’ 
 
Heta niha deng û navê aşiq Remezan li ser medyayê nehatiye bihîstîn û qet nebûye mijara nûçeyan.  Remezan ji ajansa me Mezopotamyayê re qala serpêhatiya hunera xwe kir û bi dengê xwe jiyan dide klamên mîna “Zêrînê” û “Bedirxan û Hizna Xanim" ku heta niha nehatine bihîstin.  
 
‘ÇANDA MODERN ÇANDA ME XELAS KIR’ 
 
Dengbêj Remezan diyar kir ku pêşiyê wan bi qasî ku nayê bîra wî ji aliyê Bakûrê Sûriyeyê ve hatine hêla navçeya Hênê ya Amedê û ew bi bîr dixîne ku vê çanda aşiqiyê ji pêşiyên xwe hînbûne û vê çandê ji bav û kalê xwe dewr girtin e. Dengbêj Remezan anî ziman ku berê bi def û zirnê diçûn gundan û kêfa mirovan li berê dianîn û pê debara xwe dikirin. Dengbêj Remezan da zanîn piştî derketina salonên dawetê û enstrûmanan karê wan ê xwedî çandek qedîm ber bi tunebûnê ve çû û bifikirin êdî li dawetên gundan jî tînin li salonên dawetan dikin. 
 
‘NIHA JÎ EM BÛN TEMAŞEVAN’ 
 
Dengbêj Remezan got piştî derketina van amûr û enstrûmanên modern hem mesrefa xwediyê dawetê dibe û hûnera ew jî dikin di cihên biçûk de maye. Dengbêj Remezan got dema berê ku her kes temaşevan û guhdarvanê wan bû lê niha ew wek dengbêj û daholvan û zirnevan dibin temaşevanên dawetan û ber televîzyonan. 
 
‘HEYFA MIN LI WAN ROJAN TÊ’ 
 
Dengbêj Remezan destnîşan kir ku 30-40 sal berê deşt, zozan, çiya, gund û bajar nediman lê digeriyan aşiqiyê dikirin û got: “Em wek koçer û derwêşan li her deverê digeriyan. Me ji her çand û civaka welatê me mînakek ji wan digirt. Her şevê em li cihekê bûn û konê xwe lê vedida. Em her tim seyar bûn. Gerê di her warî de me zane dikirin. Dema ew dem, kar û rojên berê, civaka berê tê bîra min, dilê min diêşe yanî dilê min xera dibe. Dema ew rojên berê û feqîriya dinyayê tê bîra min gelek caran jî hestewar dibim. Niha jî em diwrek xêrnexwaz de dijîn. 
 
KILAMBÊJÎ BÛYE RUHÊ WÎ
 
Dengbêj Remezan anî ziman ku ev çanda kilambêjiyê xwe di ruhê wî de bicih kiriye û niha ew wek xwedî derketina çanda bapîr û dapîrên xwe li dengbêjî, kilam û stranan derdikeve. Dengbêj Remezan xwest ku pêwîste civak hin bêtir li çanda xwe ya qedîm a pê mezin bûne derkeve. 
 
MA / Bîlal Guldem