Weşanger di zorê de ne: Heta kengî zem?

img
STENBOL - Li Tirkiye ji ber ku qîmeta dowîz li hemberî tl zêde dibe, bandorê li ser buhayê kaxizan û sektorên weşanê jî dike. Ji ber buha û zema zêde sektora weşangeriyê ketin nava zorê. Weşangeran bi gotina "Ma ev zem dê heta kengî zêde bibin?" û bertekên xwe anîn ziman. Weşangeran anîn ziman ku mehê zor û zahmet li pêş wan in.
 
Îsal, 37’emîn Fuara Pirtûkan a Navneteweyî ya Stenbolê ya li Navenda Kongre û Fuara TUYAP’ê ya li Buyukçekmece ya Stenbolê deriyê xwe ji pirtûkhezan re vekir pirtûkhezan pêşwazî dike. Fuar dê heta 18’ê Mijdarê berdewam bike. Fuar rastî eleqeyek mezin a ji 7 salî heya 70 saliyan tê.  Di fuara îsal de weşanxaneyên Aram, Rûpel, Ava, Lîs, Avesta, Ar û Na bi pirtûkên xwe yên Kurd û Tirkî cih girtin. Di fûarê de 800 weşanxane û rêxistinên sivîl cihê xwe girtin. Îsal ji ber ku dowîz zêde bûn û qîmeta tl kêm bû, buhayê kaxizê zêde bû û weşangeran zahmetî kişandin. Gelek weşangeran kilît li deriyê weşanxaneyên xwe xistin. Yên weşanxane negirtin jî tê payin ku buhayê pirtûkan zem bike. 
 
Weşangerên ku tev li fûarê bû qala zor û zahmetiya çapkirina pirtûkan û zêdebûna buhayê wan kirin. 
 
MEHMET SABUNCU: DIVÊ GAVÊN BAŞKIRINÊ BÊN AVÊTIN
 
Midûrê Giştî yê Weşanxaneya Kaynak Mehmet Sabuncu, diyar kir ku pêlek biçûk a dovizan bandorek pir mezin a neyînî li ser weşangeran dike û wiha got: "Sektora em lê dixebitin li ser kaxiz û buhrê ye. Buhayê buhr û kaxizê jî grêdayî dovîzê ye. Ji ber vê yekê her ku dowîz zêde dibin û tl bêqîmet dibe bandorek neyînî li ser me dike. Hem kaxiz û hem jî hubir zem dibe. Her tişt zem dibe. Ji ber ve yekê hatin û lêçûn hev temam nake. Ji ber vê yekê weşangeran hêjmara çapa pirtûkan kêm kir. Mînak berê me 10 pirtûk çap dikir, niha em dê taxin 3 pirtûkan. Dema em buha li pirtûkê dikin destê me diricife. Dema em pirtûkê buha dikin vê carê nayê firotin. Divê hikûmet di demen pêş de gavên başkirinê bavêje." 
 
SEMÎH GUMUŞ: HETA KENGÊ DÊ WISA BIÇE? 
 
Gerînendeyê Weşanên Weşangeriya Pirtûkên Notosê Semih Gumuş jî anî ziman ku doviz bandorek neyînî li ser krîzê dike û wiha got: "Di 5 salên dawî de lêçûn j sedî 150 zêde bû. Bi taybetî di salek dawî de lêçûn ji sedî 100 zêde bû. Gumuş, destnîşan kir ku hemû malên lêçûnê ji derve tê û tev girêdayî dowîzê ye. Gumuş, bilêv kir ku ji ber dowîz zêde dibe bandorê li ser wan jî dike û wiha got: “Ji ber dowîz zem dibe û nikarin deyn bikin weşanger ketine rewşek zor û zahmet. Weşanxaneyên biçûk mehê 4-5 pirtûkan çap dikin. Lê weşangeriyên mezin mehê 100 pirtûkan diweşînin. Di mehekê de lêçûna 100 pirtûkan tev pêşîn tê stendin û ev yek weşangeran dixe nava zor û zahmetiyê. Ev rewş dê heta kengî biçe? Ger ku wisa biçe dê weşangerî di demên pêş de têkevin nava zahmetiyek mezin. 
 
SELAMÎ YAMAN: ME HER TIŞT BIÇÛK KIR
 
Berpirsê Firotina Kovara Uykusuz Selami Yaman jî diyar kir ku ji ber kaxiz zem bûye, her tiştên girêdayî kovarê biçûk kirine. Yaman, anî ziman ku ji ber krîza aborî, berê pirtûk bi hevîrê 3'emîn ê kaxizê çap dikir û 48 gram bikar dianîn. Lê ewil daxistin 45 graman û niha jî daxistin 36 graman. Berê bi balafirê me neqil dikir, niha bi kamyonan neqil dikin. Em ji cihê 200 metrekare derketin û niha derbasî cihê 50 metrekare bûne. Me her tiştê xwe biçûk kir. 
 
MURAT KURT: WELATÎ BI BERTEK  IN
 
Berpirsê MK Publicationsê Murat Kurt jî anî ziman ku zem bandorê li ser xwîneran dike û welatî ji ber van zeman bi bertek in 
 
MA / Servet Karaduman