Li Heskîfê mizgefta 630 salî ji cihê wê hat rakirin

img
ÊLIH – Li Heskîfê tevî biryara Şûreya Dewletê jî Mizgefta Eyyûbî ya 630 salî ji cihê wê hat rakirin û birin cihê nû.  
 
Ji ber Bendava Ilisûyê dîroka 12 hezar salî ya navçeya Heskîfa Êlihê di bin avê de tê hiştin. Tevî ku biryara Şûreya Dewletê ya ji bo Heskîfê heye jî lê ji aliyê saziyên dewletê ve rakirina berhemên dîrokî dewam dike. Serê sibê zû Mizgefta Eyyubî ya xwedî dîroka 630 salî ji cihê wê hat rakirin û birin cihê nû. Mizgefta bi giraniya 2 hezar û 650 ton li maşîneya 352 tekerek a SPTM siwar kirin û di ser Pira Heskîfê de birin cihê wê yê nû. 
 
'DEWLET BI DARÊ ZORÊ DÊ ME JI WARÊ ME DERXE’ 
 
Dema mizgeft dihat veguhestin welatiyên Heskîfê jî bi xemgînî lê temaşe kirin. Ji şêniyan Abdulmecît Tapkan bertek nîşanî rakirina cihên dîrokî da û got: “Dîrokê ji me direvînin. Dixwazin gund û warên me di bin avê de bihêlin. Em vê yekê qebûl nakin. Dîrokek wiha li tu devera cîhanê nîne. Em ne bendavê axa xwe dixwazin. Bi sedsalan e ev mizgef li vir bû. Dîroka me wêran dikin û direvînin. Dewlet bi darê zorê dê me ji warê me derxe.”