Êdî aştiyê xêz dike

img
DÎLOK – Wênesaz Hasan Arslanê helebî ku ji ber şerê li Sûriyeyê ji Helebê reviya û hat Dîlokê, niha li ser tuwalên xwe aştî û bedewiyê xêz dike. 
 
Wênesaz Hasan Arslan (50) ê helebî ku di sala 2013'an de ji ber şerê li Sûriyeyê tevî malbata xwe berê xwe da Dîlokê, li Taxa Karagozê ji xwe re atolyeke 20 metrekarî vekiriye û wêneyan xêz dike. Her wiha Arslan, bêheq dersê jî dide xwendekaran. 
 
Suriyeli ressam, savaştan dolayı 8 çocuğu ile birlikte ülkesinden çıktıktan sonra eşi ve çocuklarının Kilis’te yaşamaya başladığını, kendisinin ise Halep’e yakın olmasından ötürü Antep’e geldiğini anlattı.
 
Arslan, diyar kir ku Dîlok û Heleb pir dişibin hevdu û got: "Piştî hat Dîlokê min ev atolye kirê kir. Mala min li ser atolyeyê ye. Mirovên vê xakê, ne xerîbê wêne û hunerê ne. Li gelek deverên bajêr huner heye. Min odeyeke mala xwe kir dresxane. Li wir heftê çend rojan dersê didim xwendekaran. Niha xwendekarên min ên dîlokî tune ne." 
 
Arslan, bilêv kir ku ji 15 saliya xwe ve wêneyan çêdike. Arslan, anî ziman ku di sala 1986'an de li Helebê ji bo perwerdehiyê 3 salan çûye navendeke hunerê û destûrname girtiye. Arslan, ji bo şerê li Sûriyeyê û rengvedana şer a di wêneyan de got: "Piştî perwerdehiya li wir êdî min bi profesyonelî dest bi karê xwe kir. Mirov tiştênd ibîne di dilê xwe de diheîne. Em bi şerekî re rû bi rû man. Tesîr li me kir. Wexta nû hatim Dîlokê, pêşî min tiştên di şer de tesîr li me kirin xêz kirin. Yanî min êş û azarên di dilê xwe de li ser tuwalê xêz dikirin." 
 
Arslan, diyar kir ku lê belê paşê ji vê rewşê dûr ketiye û got: "Lê niha berkesê şer wêneyên aştî û bedewiyê xêz dikim. Xwe ji şer dûr dixim. Wêne, jiyana min e. Ger wêne hebe, ez jî heme."