Hunermenda opera: Dema ez bi kurdî distrêm wekî roj li min hilê

img

AMED - Hunermenda opera ya dengê zîz Pervîn Çakar ku operayê bi muzîka Kurdî jîndar dike diyar kir ku dema bi Kurdî distrê wekî roj lê hilê ji nûve vejîn dibe. 

Hunermenda opera ya bi dengê zîz tê nasîn Pervîn Çakar, ku her kes wê bi bi stranên kurdî û opera nas dike, bi strana Feqîyê Teyran a “Ay Dîlberê” rastî eleqeyek mezin hat. Pervin Çakar, bi dengê soprano tê nasîn. Di opera de deng ji beşa Alto, mezzo-soprano û soprano pêk tê. Di opera de dengê soprano dengê herî zirav û zîs e. Dengê Çakar dengê herî zîz e. Çakar bi dengê Sopranon degnê lirik, dramatik û koloratur derdixe. Çakar ku opera û muzîka kurdî bi dengê herî zîz dihûne, bi dengê xwe yê muzîka kurdî tê nasîn. Çakar a ji Dêrika Mêrdîne û li Almanya dijî, ji ber xebatên şano hat Amedê û li ser hunera xwe ya opera agahî dan. Çakar Lîseya Hunerên xweşik kuta kir. Di sala 2003'an de Li zanîngeha Gazî ya Enqereyê perwerdehiya muzîkê dît û biryar da bibe hunermenda opera. Çakar, diyar kir ku dema komkujî li Roboskê pêk hat dilê wê birîn bû û wiha got: "Ji bo bi kurdî strana bêje fêrî kurdî bû. Piştî fêrî kurdî bû bi stranên kurdî bêtir şa bû. Divê hunera opera wekî pîşe bê dîtin. Dema ez dibêjim hunermenda opera me dîsa pirsa pîşeya we çiye? ji min dikin. Ez disa dibêjim pîşeya min hunera opera ye. Hunera opera wekî pîşe nayê dîtin. Divê ev jî wekî pîşe bê dîtin. Ez bawer dikim ku ez pîşeya xwe bi opera û muzîka kurdî baş didim naskirin. Ez ji bo gelê xwe opera bi muzîka kurdî dihûnim. Ji bo gelê min min baştir nas bike min opera bi muzîka kurdî rist û jîndar kir. Bi taybetî piştî komkujiya Roboskî ez ketim nava lêgerîna muzîka kurdî. Min hunermendên kurd lêkolîn kir. Ez hatim Amedê û min xwe li kursa kurdî qeyd kir. 2 mehan çûm kursa kurdî. Bi kurdî muzika opera ruhekî cuda dide min. Ji ber kurd rastî neheqiyê tên ez bêzar dibim. Ji ber vê yekê dema ez muzîka kurdî distrêm wekî roj li min hilê. Divê muzîka Mem û Zînê li gorî opera bê hûnandin. Li gorî min divê destanek wisa li gorî opera jî bê hûnandin û ristin. Opera aydî kurdan tune. Ji ber vê yekê ji bo muzîka Mem û Zîn bi opera re bistrêm û jîndar bikim ez amade me ku her tiştî bikim." 
 
Çakar, anî ziman ku pêwiste muzîka kurdî bibe muzîka gerdûnî û wiha got: "Em li her dera cîhanê muzîka Balkanan û muzîka Îranê dibînin. Çima em li her derê muzîka kurdî nebînin? Divê di her qada muzîkê de muzîkjenê kurd hebin. Divê em muzîka gel bikin muzîka gerdûnî. Ji ber ku muzîka gel cewherê muzîkê ye." 
 
Çakar ku yekem car li Dêra Meryem Ana ya Amedê muzîka opera stra, anî ziman ku ew dixwaze li Xirbêreşkê ya Rihayê, li Bajarê Antîk yê Dara ya Mêrdîn, Grava Axtamara ya Wanê û li Birca keçikê ya Sûrên Amedê konser bide. 
 
MA / Zuhal Atlan