Belgefîlmên ‘Nûjîn’ û ‘Bîr’ hêjayî xelatan hatin dîtin

img
AMED – Li mihrîcanên navneteweyî 3 xelatên din jî dan belgefîlmên “Nûjîn” û “Bîr” ên ku derhêneriya wan Veysî Altay kiriye. 
 
Di mihrîcanên fîlman ên navnetewêyî de xeladayina ji bo belgefîlmên “Nûjîn” û “Bîr” ên derhenêriya wan Veysî Altay kiriye didomin. Belgefîlma “Nûjîn” a behsa jinên berxwedêr a li Kobanê li dijî DAIŞ’ê şer kirin dike,  di 30’ê Nîsanê de di Mihrîcana Glorious Movie Awards a Îtalyayê û Mihrîcana Cinema World Fest Awards a Kanadayê hêjayî “Xelata Belgefîlma Herî Baş” hat dîtin. Belgefîlma “Bîr” jî ku behsa çîroka windabûna 7 welatiyên JÎTEM’ê wan di 1995’an de li Kerborana Mêrdînê binçav kir û kuşt dike di Mihrîcana Au-Cinema-Pourles- Droits-Humains a Fransayê hêjayî “Xelata Wêrek” hat dîtin. 
 
Beriya niha jî belgefîlmên “Nûjîn” û “Bîr” di gelek mihrîcanên navneteweyî de hêjayî gelek xelatan hatibûn dîtin.