Dersimî: Ev festîval nabe bersiva tiştê em dijîn

img

DERSIM – Dersimiyan ji ber du sal Festîvala Mûnzûrê hat qedexekirin û ji bo dîsa neyê qedexekirin naveroka wê lawaz hat hiştin bertekên xwe anîn ziman û gotin: “Ev festîval nabe bersiva tiştê em dijîn.” 

Li Dersimê 19’emîn Festîvala Çand û Xwezayê ya Mûnzûrê bi dirûşma “Xwedî li Dersimê, ziman, bawerî, çanda xew derkeve, bijî û bide jiyandin” tê lidarxistin. Festîval di roja xwe ya duyem de didome. Festîval ji sala 1999’an ve tê lidarxistin û bi coşa xwe dihat nasîn. Walîtiya Dersimê du sal li ser hev festîvalê bi hinceta “ewlehiyê” qedexe kir. Piştî du salan, îsal destûr hat dayîn. Li gorî beşdarî û naveroka festîvalê ya salên berê beşdariya lawaziya îsal a festîvalê balê dikişîne ser xwe. Şêniyên Dersimê diyar dikin ku sedemê vê kêm coşiya festîvalê polîtîkayên şerê taybet a li ser Dersimê tê meşandinê ye. 
 
‘BERNAME NE LI GORÎ DILÊ GEL E’ 
 
Îrfan Babayigît da zanîn ku festîval watedar û girîng e û got: “Ev festîval dixwaze ku em bêtir çanda xwe bidin nasîn. Bi sedsalane li herêma me şer didome. Di salên 90’î de gelek gundên me hatin valakirin. Niha jî gund û herêmên me di bin navê ewlehiyê hatine qedexekirin. Em li Dersimê qey bêjî di qûtiyek girtî de ne. Di van çend salên dawî de Dersim di bin zext û şerek giran de ye. Ez difikirîm ku dê bi festîvalê Dersimî hinek kêfxweş bibin. Lê bes ji ber polîtîkayê heyî yên şer dibînim ku festîval dê nebe bersiv. Navê wê festîvala çand û xwezayê ye. Lê ji ber şer em vî ruhî nabînin. Me dixwest ku festîval ji tiştên serê xelkê me re bibe bersvi. Divê ku ne festîvalek bandora walî li ser festîvalek bandora gel li serê bûya pêk bihata. Ez di naveroka wê de bernameyek li gorî daxwaza gel nabînim. Di vê yekê de parek mezin a walî jî heye. Walî çi xwestiye di festîvalê de heye.” 
 
‘KELECANA BERÊ NÎNE’ 
 
Dîlan Dîlsîz jî da zanîn ku festîvalên berê hin zêdetir bi coş û kelecan bûn û got: “Min wê kelecana berê di vê festîvalê de nedît. Ev du sal bû qedexe dikirin. Divê hin bêtir însan beşdar bibûna. Ez dêna xwe didimê beşdarî kêm e. Em di bin zextan de ne. Însan ji bo beşdar bibin bi fikar in. Îsal bername li gorî daxwaza dewletê hatiye amadekirin.” 
 
‘TEVÎ HEMÛ ZORIYAN JÎ GIRÎNGE’ 
 
Riza Bîlîr ê ji Stenbolê beşdarî festîvalê bûye jî destnîşan kir ku yek ji armancê festîvalê ew e ku li dijî çêkirina bendavane û got: “Festîvala îsal bi zoriyên mezin hat amadekirin. Tevî hemû neyîniyan jî dîsa başe ku hatiye amadekirin. Em li herêma xwe şer naxwazin. Divê em vê di festîavalê de bi dengek bilindttir bînin ziman. Tevî hemû bandora şer jî divê gel xwedî li festîvalê derkeve.” 
 
‘ÎNSAN NE KÊFXWEŞ IN’ 
 
Guler Kaplan a ji Mêrsînê beşdarî festîvalê bûye jî diyar kir ku ew beşdarî hemû festîvalan bûye û got: “Min di festîvala îsal de coş û kêfa berê nedît. Pirr bêdeng derbas dibe. Helbet sedemê vê yekê hene. Bandora mezin şer e. Divê ewil çareseriyek mayînde ji şer re bê dîtin. Divê berteka li dijî şer hebe. Ez bi kêfxweşî hatim lê bi qasî berê kêfxweş nebûm. Însan bêaram û bêbextewar in.”