Serlêdanên atolyeyan ên Sînemaya Mezopotamyayê dest pê kirin

img

STENBOL - Sînemaya Mezopotamyayê, ragihand ku ew ê di 4 waran de atolyeyên sînemayê vekin û ji bo atolyeyan qeyd dest pê kirine. Atolye wê di 15'ê Cotmehê de dest pê bikin. 

Sînemaya Mezpotamyayê ku nêzî 15 sal in bi awayekî rêk û pêk di warê sînemayê de atolyeyan vedike, ragihand ku serlêdanên ji bo atolyeyên wyê yî îsal jî dest pê kirine. Îsal wê di 4 warên cuda ên sînemayê de atolye bên vakirin û wê atolye di 15'ê Cotmehê de dest pê bikin. xebatkarê Sînemaya Mezopotamyayê Hebûn Polat, da zanîn ku wê li atolyeyan dersên nivîskariya ji bo senaryoyê, xwendinênf îlman, derhêneriya dîtbarî û derhêneriya sêwirandinê hebin. Polat, bilêv kir ku wê dersê 3 mehan bidomin û di dawiya atolyeyan de ew ê tevî beşdarvanan kurteffîlmekî çê bikin. 
 
Polat, anî ziman ku kesên dixwazin tev li atolyeyên wan bibin dikarin li ser hesabên wan ên medyaya civakî formên serlêdanê peyda bikin. 
 
‘EM Ê MÎHRÎCANA FÎLMÊN KURDÎ LI DAR BIXIN' 
 
Polat, da zanîn ku ew ê di nêz de Mîhrîcana Fîlmên Kurdî li dar bixin û got: "Em hewl didin bi beşdarbûna fîlmên li 4 perçeyên Kurdistanê û hin welatên Ewropayê mîhrîcanekê li dar bixin."