'ku helbestvan bixwaze dikare sewta Zîndana Amedê...'

img

AMED – Pirtûka ewil a helbestvan Selam Çinar a bi navê “ku helbestvan bixwaze” ku tenê ji helbestekê pêk tê ji Weşanên Wardozê derket.

Weşanên Wardozê ku li ser folklora kurdî dixebite û weşangeriyê dike, yekem car pirtûkek helbestê çap kir. Ev pirtûka helbestê jî ya helbestvan Selam Çinar e. Wardozê pirtûka bi navê “ku helbestvan bixwaze” ya Çinar çap kir. Pirtûk ji 91 rûpelî pêk tê û tenê helbestek lê hatiye kirin. 
 
Ev pirtûka helbestvan a yekem e. Xwîner ango hezkiriyên helbestan dikarin pirtûkê ji pirtûkfiroşan temîn bikin.
 
SELAM ÇINAR KÎ YE?
 
Di sala 1983’an de li gundê Bedûrliyê ya bi ser navçeya Çinara Amedê ve hatiye dinê. Beşa feylesofiyê xwendiye. Ev pirtûka wî ya ewil e çap dike. 
 
Çend riste ji pirtûkê wiha ne:
 
“ku helbestvan bixwaze
dikare
bi gulekê biharê bîne
bixwaze
dikare
bi guleyekê jî bîne” 
 
“ku helbestvan bixwaze
dikare bi çêlekê ra biaxive
navê wê jê bipirse
çend golikên wê hene
çend salî ye
herî pir ji kîjan giyayî hez dike
dikare sebeba orîna wê jê bipirse ewqas ji dil çi dibêje çêlek?"
 
“ku helbestvan bixwaze 
dikare bibêje, stêrk ne li ciyê xwe bin
gerdûn xwar e
Pêşewa ne li pêiya gelê xwe bin gerdûn xwar e
Dewrêş ne li er pişta Hedbênê xwe bin gerdûn xwar e
Edûl û Zîn ne li cengê bin gerdûn xwar e
Rindêxan li ser Pira Malabadê perwaz nedin gerdûn xwar e"
 
“ger helbestvan bixwaze dikare sewta Zîndana Amedê, 
wê qesifiyê di qirika wê da sar û zuha bike
teniya heft gundan tê bide, rûyê wê reş bike
bi rêxa heft sed welatî, wê biseyîne, boyax bike
koma gûgerînekan berdê,
ji mişk û maran, kêzik û kurmikan ra terxan bike, de bila bibe îbret û filîm di nav alemê da,
nefsek,
bi tenê nefsek
bîrareşî bi ser da neyê
qêrîna ku wê bi ser bajêr dixist, 
ji bîr neke”