Çapa ewil a pirtûka 'Alîkariya Destpêkê' qediya

img

AMED - Çapa ewil a pirtûka "Alîkariya Destpêkê" qediya. Nivîskarê pirtûkê Dr. Erdal Sîpan, ji bo pirtûka xwe got: "Ji bo her malekê alîkariya destpêkê." 

Çapa ewil a pirtûka "Alîkariya Destpêkê" a Dr. Erdal Sîpan ku ji Weşanên Sîtavê derketibû, qediya. Weşanxaneyê çapa dudoyan derxist. Dr. Erdal Sîpan ji bo pirtûka xwe ya ku eleqeyeke zêde ji bo wê heye, got: "Di serî de li Bakur û bi giştî li Başûr, Rojhilat, Rojava û Ewropayê eleqeyeke zêde heye. Ji ber vê ez kêfxweş im." 
 
Sîpan, da zanîn ku Alîkariya Destpêkê tenê ne ji bo xebatkarên tenduristiyê ye, ji bo her kesî ye. Sîpan, anî ziman ku wî hewl daye bi vegotineke dîtbarî tiştên di pirtûkê de vebêje û got: "Ev pirtûk hem ji bo hîn bêtir kurdî xuyangtir bibe hem jî ji bo zanyariyên tenduristiyê bêtir li nav civakê berbelav bibin hatiye amadekirin. Her wiha armaneceke din a vê pirtûkê jî ew e ku xebatkarên tenduristiyê bêtir bala xwe bidin ser xwendin û nivîsandina bi kurdî." 
 
Sîpan, destnîşan kir ku Alîkariya Destpêkê ji bo her malê lazim dike û got: “Ji bo her malekê Alîkariya Destpêkê." 
 
MA / Lezgin Akdeniz