Rojnameger Akyol bi xwînerên xwe re tê gel hev

img
STENBOL - Rojnameger Huseyîn Aykol, bi pirtûka xwe ya “Îlgînç Zamanlarda Yaşamak” ku mijara wê çapameniya kurd e, roja yekşemê saet di 14.00'an de bi xwînerên xwe tê gel hev. 
 
Rojnameger Huseyîn Aykol, bi pirtûka xwe ya dawîn a bîranînê “Îlgînç Zamanlarda Yaşamak” ku ji Weşanên Aramê derket, bi xwînerên xwe tê gel hev. Aykol, di pirtûka xwe de tundiyên ku ji salên 1990'an heta niha li çapameniya kurd hatine kirin vegotiye. Aykol, roja yekşemê saet di 14.00'an de li Standa Weşanên Aramê ya li TUYAP'ê ku li navçeya Beylîkduzu ya Stenbolê hatiye vekirin, pirtûka xwe îmze bike.