Bi xaliyan çenteyan, bi kundiran çirayan çê dike

img

WAN - Li Rêya Armûşê Mûrat Demîr, xalî û tejikên ku 20 sal in berhev dike wan dike çente, heybe û kilîdank; kundirên ku li baxçê xwe jî diçîne dike çira. 

Li navçeya Rêya Armûşê ya Wanê, Mûrat Demîr, xalî û tejikên ku ji gund û navçeyên Wanê berhev dike û ji Afxanîstan û Îranê tîne dike çente, heybe, kilîdank; kundirên ku li baxçeyê xwe diçîne jî dike çira. Demîr, 20 sal in vî karî dike. 
 
'HEM ZOR E HEM JÎ XWEŞ E' 
 
Demîr, ku got "Ez van xalî û teikan pêşî perçe dikim. Paşê ji van perçeyan çente, çira, kilîdank û heybeyan çê dikim" anî ziman ku eleqeya ji bo van tiştên destkeriyê zêde ye. Demîr, bilêv kir ku ji her derî mirov tiştan jê dikirin û got: "Karê min hem zehmet e hem jî xweş e. Çêkirina çirayekê du rojan dewam dike. Lê gava diqede pir kêfxweş dibim. Kesên li rojavayê welat çirayan dikirin. Carinan dişînim derveyî welat jî. Hin kes ji Meletiyê tên, didim wan. Lê herî zêde ji bo kafeyan tên kirîn. Ligel vê çenteyan jî çê dikim. Herî zêde jî çenteyên jinan çê dikim. Çenteyê mila, çenteyê pişta, qewlik hwd. Rojê 3-4 çenteyan çê dikim. Ji xeynî vê guldankan jî çê dikim." 
 
KUNDITAN DIKE ÇIRA 
 
Demîr, da zanîn ku ew çirayan bi kundiran çê dike û got: "Ez pêşî nava kundir vala dikim. Lê heta kundir hişk dibe ez disekinim. Dawiyê ez nava wî vala dikim. Paşê li ser wî şiklê dilan an jî kulîlkan çê dikim. Paşê perçên xaliyê bi ser dikim. Ên dibînin ecêb dimînin." 
 
Denîz, ji morîkên ku ji Afxanîstan û Îranê tîne jî gerdeniyan çê dike û got: "Eleqeya ji bo destkariyê kêm dibe. Mixabin piştî min wê pir kêmtir bibe. Ji bo vê divê kurs çê bibin û perwerdehî bê dayîn". 
 
MA / Bariş Donmez – Ozlem Yayan