Çîrokên Demîrtaş kirin lîstika şanoyê

img
 
MÊRSÎN - Ji pirtûkên Seher û Devran ên Hevserokê Giştî yê HDP'ê yê Berê Selahattîn Demîrtaş, 4 çîrok kirin lîstika şanoyê. 
 
Şanoya Merheba Hunerê ji pirtûkan bi navê "Seher" a Hevserokê Giştî yê HDP'ê yê Berê Selahattîn Demîrtaş çîroka bi navê "Seher" û çîroka bi navê "Keça Deryayê" û ji pirtûka bi navê Devran" çîroka bi navê "Liberxwedayîn Xweş e" û çîroka bi navê "AVM" li şanoyê adapte kirin. 
 
JI BO AŞTIYÊ ŞANO 
 
 Velîeceoglû, anî ziman ku gava Şanoya Merheba Huner ava kirine, xwestine şanoyeke guh dide pirsgirêkên gel ava bikin û xebatên xwe jî di vî warî de dikin. Velîeceoglû, destnîşan kir ku şer tesîreke mezin li mirovan dikin û wan jî xwestiye bi şanoyê li dijî vê yekê derkevin. Velîeceoglû, got: "Em di lîstikê xwe de didin der ku em dixwazin li cîhaneke bêyî êş, rondik bijîn. Li hemberî kesên şerxwaz, em aştiyê diqîrin. Em bi xebatên xwe yên şanoyê dixwazin bêyî cihêkariyê bi awayekî aştiyane, biraane bijîn". 
 
Velîeceoglû, diyar kir ku fikrên Demîrtaş nayên hepskirin û ji ber vê wan Seherê adapteyî şanoyê kiriye û got: "Fikra Seherê wiha li me peyda bû; di pergaleke wisa de dijîn ku heta em rastiyê bêjin em ê sûcdar bin. Di dîrokê de ramanwer û hunermendên mezin ji ber fikrên xwe hatine girtin. Lê fikr nayên hepskirin. Emê hewl bidin ku fikrên girtiyan bigihînin her kesî. Hêvîdar im gel jî li cem me be û destekê bide me". 
 
BERXWEDANEKE LI HEMBERÎ MIRINA JINA 
 
Velîeceoglû ku got "Seher, berxwedaneke jinê ya li hemberî mirinê ye" got: "A rast Seher çîrokeke jiyana rasteqîne ye. Ev lîstik jî berxwedaneke li hemberî mirina jina ye ku her diçe li Tirkiyeyê zêde dibe. Me şanogeran jî di vî warî de hîs kir ku em berpirsiyar in û loma me lîstikeke bi vî rengî amade kir". 
 
Velîeceoglû, diyar kir ku ji ber Demîrtaş lîstik nivîsandiye bi hin pirsgirêkan re rû bi rû mane û bi derengî ketiye. Velîeceoglû, got: "Divê gelê me xwedî lê derkeve û ev xwedîderketin domdar be. Di vî warî de çi bikeve ser milê me hunermendan divê em bikin". 
 
Lîstika Seher, wê di 24'ê Kanûnê saet di 19.00'an de li Navenda Kongreyê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrsînê bê lîstin.