Her êvar li şaneşînê ji bo cîranên xwe kilaman dibêje

img

ÊLIH – Kilambêj Hemecan di van rojên vîrûsa koronayê de ku li malê dimîne, her êvar derdikeve şaneşîna mala xwe û ji cîranên xwe re kilaman dibêje.

 
Vîrûsa tîpa nû ya koronayê (Covid-19) hemû dinyayê xistiye bin metirsiya xwe. Korona li ser Kurdistan û Tirkiyê jî bandorek neyînî dike. Li Tirkiyê rayedaran giştîname ragihandibû û kesên temenê wan bi ser 60 salî re derketina wan a derve qedexe kirin.
 
Niha li Kurdistanê û Tirkiyê bi milyonan kes di malê xwe de ne û dernakevin derve. Di van rojên koronayê de bêguman huner û çand jî bûye parçeyek ji jiyana rojane a xelkê. Gelek kes her ku çiqas li malê aciz dibin jî lê sebra xwe bi faliyetên cuda tînin.
 
Kilambêjî, stranbêjî û her wekî din di van rojan de bûne babetên herî xweş. Bi taybetî medya civakî gelek kêrî xebatên hunerî hatiye. Hin kes klîban çêdikin, hin kes weşanên zindî dikin û stranbêjî û kilambêjiyê dikin, hin kesên extiyar jî ku li malên xwe aciz dibin kilaman qîr dikin.
 
HER ÊVAR LI ŞANEŞÎNÊ YE
 
Kilambêj Hemecan ê li taxa Çamlica ya Êlihê dijî di van rojên dernakeve derve de li nava malê û her êvar li şaneşîna mala xwe kilaman ji der û cîranên xwe re dibêje. Dengê wî heta niha ji bilî ku du caran li ser twîtterê hatiye belavkirin nehatiye bihîstin. Dengek xweş ku jê re dibêjin dengê qirika Serhedê li ser e û hin kilaman bi çîrokên wan vedibêje.
 
Kilambêj Hemecan dîmenên xwe li hundirê malê û li şaneşîna malê dema ji cîranên xwe re qîr kiriye kilaman şand. Dengê wî yê xweş hejayî guhdariyê ye.