Papa bi Rêberê Olî yê Şîeyên Iraqê Ayetullah Elî Sîstasî re hevdîtin kir

img

NAVENDA NÛÇEYAN- Li Necefê hevdîtina Papa Francis bi Rêberê Olî yê Şîeyên Iraqê Ayetullah Elî Sîstanî re hevdîtin pêk anî.  Derbarê hevdîtinê de ofîsa Sîstanî daxuyaniyek nivîskî weşand.

 
Papa Francis li Necefê bi Rêberê Olî yê Şîeyên Iraqê Ayetullah Elî Sîstanî re civiya. Civîn ji çapemeniyê re girtî pêk hat. Piştî civînê ofîsa Sîstanê derbarê hevdîtinê de daxuyaniyek nivîskî weşand. 
 
Di daxuyaniyê de hat gotin ku Sîstanî ji Papa re gotiye, gelên herêmê rastî zilm, zordarî, hejarî, çewisandina olî, fikrî û bêdengkirina azadiyê tên. Di dewama daxuyaniyê de hate gotin ku divê kesayetên olî rola xwe ya di aliyê kêmkirina sitemkariyê de bilîzin. Her wiha hat diyar kirin ku divê welatên cîhanê, ji zimanê şerxwaziyê dûrbikevin û red bikin.
 
Hat dest nîşan kirin ku herdû aliyan behsa girîngiya jiyana hevbeş a di nava hemû civakan de, li ser bingehê maf, rêzgirtina hevbeş a di navbera olên cûda de, kirine û wiha hat gotin: "Divê mesihiyên li Iraqê, di nava ewlehî û aramiyê de bijîn. Hêvîdarin Iraq di demek zû de ji vê rewşa tevlîhev rizgar bibe."