Di doza kuştina Floyd de biryar hat dayîn

  • cîhan
  • 09:57 21 Nîsan 2021
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Di doza derbarê kuştina George Floyd ê li DYE’yê hatibû kuştin de, biryar hat dayîn. Polîsê bersûc Derek Chauvin ji 3 sûcên cuda, sûcdar hat dîtin.
 
Li eyaleta Mînnesota ya girêdayî Dewletên Yekbûyî yên Emerikayê (DYE), di Gulana sala 2020’an de, polîsê bi navê Derek Chauvin pêl stûyê George Floyd ê reşik kiribû û kuştibû. Piştre derbarê polîsê bersûc Derek Chauvin de doz hatibû vekirin. Di dozê de, endamên juriyê biryara xwe dan. 
 
Endamên juriyê, polîsê bersûc Chauvin ji 3 sûcên cuda sûcdar dîtin. Polîs Chauvin, bi sûcdariyên “bêhemdî kuştin”, “kuştina asta sêyemîn” û “di asta duyemîn de mirov kuştinê” dihat sûdarkirin. Chauvin ê sûcdar hat dîtin, hatin girtin û wî şandin girtîgehê.
 
Ji parêzerên malbata George Floyd Ben Crump, ji bo biryara juriyê ev nirxandin kir: “Ev ji bo George Floyd û malbata wî, serkeftineke bi êşe.”