Di pandemiyê de 800 milyar dolar windahiya dahata jinan çêbûye

  • cîhan
  • 12:20 29 Nîsan 2021
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN – Li gorî rapora ku saziya alîkariyê Oxfam’ê weşand, di pêvajoya pandemiyê de li seranserê cîhanê 800 milyar dolar windahiya dahata jinan çêbûye
 
Saziya alîkariyê Oxfam International ku navenda wê paytexta Îngilistanê Londonê,  derbarê rewşa aboriyê ya jinan û windabûna dahata wan a pêvajoya pandemiyê de raporek weşand. Li gorî vê raporê li seranserê dinyayê di pêvajoya pandemiyê de 800 milyar dolar windahiya dahata jinan çêbûye.