Erdogan bi Johnson û Merkel re hevdîtin pêk anîn

  • cîhan
  • 15:51 14 Hezîran 2021
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN – Serokkomar Erdogan, di Civîna Bilind a NATO’yê de bi Serokwezîrê Îngilistanê  Johnson û Serokwezîra Almanyayê Merkel re hat gelhev.
 
Serokkomar Recep Tayyîp Erdogan li Civîna Bilind a Serokên Welatên NATO’yê ku li Biryargeha NATO’yê didome; bi Serokwezîrê Îngilistanê  Boris Johnson û Serokwezîra Almanyayê Angela Merkel re hat gelhev.
 
Hevdîtina bi Jonhson re bi qasî 25 deqeyan berdewam kir û Wezîrê Karên Derve Mevlût Çavûşoglû, Wezîrê Parastinê Hûlûsî Akar, Serokê Ragihandina Serokkomariyê Fahrettîn Altûn, Berdevkê Serokkomariyê Îbrahîm Kalin, Berdevkê AKP’ê Omer Çelîk û Serokê Koma Tirk a Asamnleya Parlamenterên NATO’yê Osman Aşkin jî tevlî hevdîtinê bûn. 
 
Piştî hevdîtina xwe ya bi Johnson re Erdogan bi Serokwezîra Almanyayê Angela Merkel re jî hevdîtinek kir. Hevdîtina ku ji çapemeniyê re girtî pêk hat bi qasî nîv saetî berdewam kir. Wezîrê Karên Derve Mevlût Çavûşoglû û Wezîrê Parastinê Hûlûsî Akar jî tevlî hevdîtinê bûn.