Ji ber hevdîtina Putin û Biden çavê herkesî li Cenevreyê ye

  • cîhan
  • 14:44 16 Hezîran 2021
  • |
img
CENEVRE – Serokê Amerîkayê Joe Biden û Serokdewletê Rûsyayê Vladimir Putin, wê li paytexta Swîsre Cenevreyê bên gel hev. Tê payîn ku Biden û Putin di hevdîtina de gelek geşedanên di demên dawîn de diqewimin binirxînin. 
 
Piştî peyamên tund ku di G7 û Civîna Bilind a NATO’yê de li dijî Rûsyayê hatin dayîn wê Serokê Amerîkayê Joe Biden û Serokdewletê Rûsyayê Vladimir Putin, li paytexta Swîsre Cenevreyê bên gel hev. Ji ber vê hevdîtinê çavê herkesî li Cenevreyê ye. Ji ber hevdîtinê li bajar bergiriyên awarte hatine girtin. Gola Lemanê û derdora hem di hewa ve hem jî di bejahiyê ve ji çûn û hatine sivîlan re hatiye girtin. Ji bo civînê 4 hezar leşker û polis hatine peywirdarkirin û wê 2 hezar jî rojnameger civînê bişopînin. 
 
HEVDÎTINA HERÎ BIGENGEŞE
 
Ji ber ku têkiliyên Amerîka û Rûsyayê di dema herî nebaş a 30 salîn dawîn de ne tê gotin ku wê hevdîtin bigengeşî derbas bibe. Hat diyarkirin ku wê di civînê de peymanên bêçekbûnê, rewşa Ûkrayna, şerê li Sûriyeyê didome, bernameya nukleerê ya Îranê, mijarên Lîbya û Afganistanê bên nirxandin. Çapemeniya Amerîkayê, dibêje ku wê Biden, di civînê de binpêkirina mafên mirovan, zextên li hemberî muxalefetê, êrişên hackerên rûs bîne rojevê. Di çapemeniya Ewropayê de jî tê gotin ku wê Biden armanc dike ku rêyên diyalogê yên bi Rûsyayê re vekirî bêhêle. 
 
WÊ CIVÎN 4 SAETAN BIDOME
 
Tê payîn ku civîna di navbera Biden û Putin de bi qasî 4 saetan bidome û piştî civinê her dû lîder civîneke hevpar li dar bixin. Her wiha piştî civînê wê her du lîder jî ji bajar veqetin. 
 
MITÎNGA ŞERMEZARKIRINÊ
 
Li aliyê din wê ji hêla partiyen siyasî, rêxistinên sivîl û parastvanên hawirdorê ve li dijî civînê mitînga şermezarkirinê were lidarxistin. 
 
MA / Ruştu Demîrkaya