Rojnamevan Broomfield: Li herêmê ji bo jiyanê cihê herî xweş Rojava ye

  • cîhan
  • 09:08 11 Kanûn 2021
  • |
img

ENQERE - Matt Broomfield ê îngîltereyî ku piştî li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê rojnamevanî kir Almanyayê wî wekî "kesê nayê xwestin" îlan kir, got: "Li herêmê ji bo jiyanê cihê herî xweş Rojava ye. Bîrdozî bes ne teorî ye, xwe di pratîkê de jî dide der." 

Matt Broomfield ê ji Îngîltereyê ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê 3 salan rojnamevanî kir, dema li herêmê bû ji bo gelek weşanên sereke yên Îngîltereyê nûçe çêkirin û çavdêriyên xwe nivîsîn. Broomfiel ku di damezrandina Navenda Agahîwergirtinê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de jî xebitî, demek berê bi daxwaza Almanyayê çûna wî ya welatên Schengenê hat qedexekirin. Broomfiel, ji ber vê qedexeya bê hincet li dor 2 mehan li Navendên Paîveşandinê yên cuda ma. Paşê wî şandin Îngîltereyê. 
 
Broomfiel, têkildarî qedexeya derbarê xwe de û çavdêriyên xwe yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re axivî.
 
 
ÇÛNA WÎ YA WELATÊ SCHENGENÊ HAT QEDEXEKIRIN
 
Broomfield, anî ziman ku gava xwestiye ji Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê biçe mala xwe polîsên Îtalyayê ew dane sekinandin û jê re gotine çûna wê ya welatên Schengenê qedexe ye. Broomfield bi van gotinan behsa wê pêvajoyê kir: "Gotin, bi daxwaza Almanyayê çûna te ya welatên Schengenê hatiye qedexekirin. Min dersînor kirin û şandin Yewnanîstanê. Bi qasî 2 mehan li Navenda Paşveşandinê hatim ragirtin. Wekî hûn dizanin şert û mercên van navendan pir zehmet e. Ez li sê cihan, cihê sûcdarên edlî û penaberan hatim sekinandin. Paşê min şandin Îngîltereyê. Li vir pê hesiyam ku derbarê min de tu sûc û doz tune ne. Yanî niha li nav sînorê Îngîltereyê serbest im û karê xwe dikim. Lê hê jî nikarim biçim welatên Schengenê." 
 
'KESÊ NAYÊ XWESTIN'
 
Broomfield, bilêv kir ku hinceta ji bo vê biryara qedexeyê nehatiye diyarkirin û got: "Di dest min de tekane agahiya berbiçav ew e ku di pergala Schengenê de tê gotin 'kesê nayê xwestin.' Ê ku ev daxwaz kiriye jî Almanya ye. Ev tê wateya ku mafê min ê mayina li herêma Schengenê tune ye. Negotin ev qedexe ji ber xebata te ya li Kurdistanê ye, lê tekane hinceta tê bîra mirov ev e. Her wiha hevalekî min ê ji Îngîltereyê, wî jî li Rojavayê bijîşktî dikir. Herêma Schengên ji bo wî jî hat qedexekirin. Dê qedexeya wî jî wekî ya min heya 10 salan dewam bike. A ku ev daxwaz kiriye dîsa Almanyay ye. Ev jî nîşan dide ku sedema van qedexeyan ne tişta ku me kiriye, me ev tişt li ku kirine bixwe ye. Hevalê min bijîşktî kir, min jîr ojnamevanî. Me tiştekî dijî qanûnên dewletan nekiriye. Lê nabêjin ka me çi kiriye. Em hê jî lê dikolin." 
 
ÇIMA ALMANYA DOZA TIŞTEKÎ WIHA KIR?
 
Broomfield, destnîşan kir ku Almanya ji ber têkiliyên xwe yên bi Tirkiyeyê re bereksê tevgera azadiya kurdan tevdigere û li gor wî sedema biryara qedexekirinê ya derbarê wî de jî ji ber vî tiştî ye. Broomfield, bal kişand ser têkiliyên Almanya-Tirkiyeyê û got: "Wekî tê zanîn têkiliyên Almanya û Tirkiyeyê pir baş in. Ji zû de ye têkiliyên wê yên bazirganiyê bi Tirkiyeyê re hene. Gelek kurd û tirk jî li wir in. Ji xeynî vê Almanya endameke NATO'yê ye. Lewma têkiliyên wê yên bi endama NATO'yê Tirkiyeyê re baş in. Ji ber vê li gor xwestekên Tirkiyeyê polîtîkayên dij-kurd pêk tîne û piştgiriya dijminatiya Tirkiyeyê ya bi kurdan re dike. Girêdayî vê kesên derbarê têkoşîna azadiyê ya kurdan de nûçeyan çêdikin jî asteng dike. Almanya balafir dan sekinandin û mirovan bi erdê ve kaş kirin û ew binçav kirin. Ger Almanya tiştekî wiha anîbe serê parlementerekî ku bi rayên welatiyên wê hatine hilbijartin, tişta hatiye serê min li gor vê ne tiştekî ew qas ecêb e." 
 
Her wiha Broomfield behsa dema xwe ya li Navenda Paşveşandinê jî kir û got: "Ji ber ku pasaporta min a îngilîzan bû û ez çermspî bûm, li gor kesên din bêtir bisiûd bûm. Tiştên dianîn serê mirovên din, neanîn serê min. Dikarim bibêjim pir tahde li min nekirin, lê jiyanê li merivan diherimandin."
 
ÇAVDÊRIYÊN WÎ YÊN DERBARÊ ROJAVAYÊ DE
 
Broomfield, çavdêriyên xwe yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî ragihandin. Broomfield got: "Me li wir Navenda Agahîwergirtinê ya Rojavayê ava kir. Ji lew re em fikirîn ku mirov di warê tiştên diqewimin de pir neserwext in. Yanî ev der herêma kurd, ereb, xirîstiyan, êzidî û gelek mezheb û çandên cida ye. Li vir jiyanek tê avakirin. Ji mirovan weye ku lir vir tenê DAIŞ û şervanên kurd şer dikin. Helbet ev jî heye. Helbet têkoşîna li dijî DAIŞ'ê pir girîng e, lê me xwest em çaçroveyê berfireh bikin û wêneyê mezin nîşan bidin. Mesela, ji ber vê me Rapora Wêdeyî Xeta Eniyê weşand. Me di vê raporê de bernameya siyasî û geşedanên li herêmê vekoland û weşandin. Li Rojavayê gelek tiştên girîng diqewimin. Dikarim bibêjim ku her roj ji roja din baştir e. Hin tişt jî hene, ew hêdî hêdî diguherin. Ji bo min ya herî balkêş, guherîna jiyana jinan bû. Helbet di hin civatan de hê jî jin zehmetiyê dikişînin. Bi taybetî jî li herêmên ereban. Lê gava em di çarçoveya derfetan de li ser hûr bibin, jin êdî ji bo ji malê derkevin destûrê ji kesî naxwazin. Zewaca di temenekî biçûk û pirzewacî ne şertekî mecbûrî ye. Azadiya wan a perwerdegirtinê heye. Di qedemeyên bilind ên pêşengtiyê, di pozîsyonên eskerî û qedemeyên rêvebiriyê de cih digirin. Ev gavine pir girîng in."  
 
Broomfield, çavdêriyên xwe yên derbarê pergala Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de wiha domandin: "Pergala edaletê... Di warê nêzîkatiyê de ferqên girîng hene. Mesela, têkildarî girtiyekî DAIŞ'î. Hewl didin wan rehabîlîte bikin û daxilî nav jiyanê bikin. Helbet ên pêkan. Helwesteke wan a erênî heye di pergala edaletê. Aborî. Di vî warî de polîtîkayên pir erênî hene. Xwe nêzî rûxandineke aborî ya li deverên din ên Sûriyeyê nekirin. Hewl didin bi rêya kontrolkirina fiyetan, subvansyonan aboriyeke kooperatîfî ava bikin. Hê vê yekê baş nedane nasandin. Lê li ser wê dixebitin." 
 
'CIHÊ HERÎ XWEŞ Ê HERÊMÊ'
 
Broomfield, destnîşan kir ku gava mirov li wêneyê mezin mêze dike, di vî wêneyî de li herêmê ji bo jiyanê cihê herî xweş Rojava ye û got: "Li dijî hemû zor û zehmtiyên ku mejî û mantiq bi wan re rû bi rû dimîne, tişta wekî tevger dişopînin, tişta di warê azadiya jinê de dişopînin tenê teoriya bîrdozî ye. Pratîka wê xwe dide der. Û hûn vê yekê bi çavê xwe dibînin. Armanca me ya avakirina Navenda Agahîwergirtinê ya Rojavayê jî ew bû me nexwest herêm wekî cihekî ku di destê mirovan de AK 47 û şer dikin bê dîtin, me xwest em nîşan bidin ku civakeke muazem tê avakirin."
 
HELWESTA DEWLETÊN ROJAVAYÎ
 
Broomfield, ji bo helwesta dewletên rojavayê ya ji bo Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî ev tişt gotin: "Em bêjin welatên rojavayê bi temamî li dijî Rojavayê ne, dê nerast be. Ji qewla îngilîzan; rewşa gêzer û ço heye. Di serî de Amerîka û bi awayekî giştî welatên wekî Fransa, Îngîltere û Yûnanîstanê di koalîsyona dijî DAIŞ'ê de şirîkên kurdan e. Ji ber ku li herêmê di warê nirxên demokratîk, mafên mirovan, hiqûqê de tekane cih e, heya deverekê wê esas digirin. Madem wisa, tu bikî nekî mirov ji xwe dipirse; çima nexwestin Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê daxilî nav pêvajoyê bibin? Çima hiştin li hin deverên herêmê ambargo bê danîn? Çima li herêmê destûra dagirkirinê didin? Tirkiye bi destûra Amerîkayê Efrînê dagir kir. Bi destûra Rûsyayê jî Serêkaniyê hat dagirkirin. Çima? Ev netew-dewlet in. Ji bo berjewendiyên xwe nerihet in ku gelê herêmê bibin xwedî gotin. Pêşî li ber vê digirin. Ji lew re tevgera li vir, meydanê dixwaze ji polîtîkayên van netew-dewletan. Lewma hewl didin Rojavayê têxin şiklekî li gor dilê xwe." 
 
Broomfield, destnîşan kir ku ev feraseta netew-dewletê dixwaze Rojava jî wekî Herêma Kurdistana Federe ji hêla çend kes û malbatên zengîn ve bê birêvebirin û got: "Bi vî awayî dixwazin wê daxilî nava pergaleke kapîtalîst bikin. Lê ev ne tiştekî wisa ye ku rêvebiriya Rojavayê wê qebûl bike."
 
Herî dawî Broomfield behsa sedema xwe ya çûna Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kir ku bê çima xwestiye biçe wir. 
 
Broomfield got: "Ez di liv û tevgerên civakî û siyasî de pir çalak bûm. Tiştên li herêmê diqewimîn bala min dikişandin. Behsa projenî ku min li tu dera cîhanê ew nebihîstibûn, behsa pergaleke nû, behsa rêya sêyem dihat kirin. Behsa fikirine derasayî dihatin kirin. Min, wekî rojnamevanekê xwest tiştên behsa wan tên kirin bi çavê xwe bibînim. Gelo nûçeyên dihatin weşandin rast bûn? Çi qas jê rast bûn? Rastiya li qadê jî wisa ye? Pêkanîna vê bernameya siyasî ya cuda pêkan e? Tê çi wateyê? Axirê min biryar da ku ji bo hefteyekê biçim û tiştên min meraq kirine hîn bibim. Ez çûm. Min li wir karê rojnamevaniyê kir. Min di avakirina Navenda Agahîwergirtinê ya Rojavayê de cih girt." 
 
'TIŞTA NEPÊKAN PÊK ANÎN'
 
Broomfield, anî ziman ku li wir tişta herî zêde bandor lê kiriye hebûna li wir, hînbûna kurdî, axaftina bi zarokên kurdan re û temaşekirina jinên ku jiyana wan serobino bûye û ji nû ve jiyanê ava dikirin bû û got: "Gava min bi kurdî xeber dida pir li xweşa wan diçû. Lê ji bo min tişta herî ecêb, mayina li herêmên ereban bû. Dêra Zorê, Reqa û Minbic... Wekî hûn dizanin heya çend sal berê jî çûna van deran ne pêkan bû, kelehên DAIŞ'ê bûn. Pergala ku niha li Rojavayê hatiye pêkanîn, ne pêkan bû tu li wir behsa wê bikî. Lê niha... di nav çend salan de ev yek pêk anîn. Hin mirov hene ku berê tevli DAIŞ'ê bûbûn, niha ji bo tevgerê dixebitin. Li Reqayê dersê ji jinan digirin. Ev wekî tiştekî nepêkan xuya dike, lê bi ser ketin. Bi ya min ev meydanxwestineke qerase bû û serketina vê pir kartêker bû."
 
MA / Gozde Çagri Ozkose