Li dijî balafirxaneya Bexdayê êrişa bi mûşekan pêk hat

img

NAVENDA NÛÇEYAN - Li gorî medya Iraqê ku xwe dispêre çavkaniyeke ewlekariyê serê sibehê êrişeke berfireh a bi mûşekan li dijî balafirxaneya navnetewî ya li Bexdayê pêk hatiye.

 
 Li gorî medyaya Iraqê ku xwe dispêrin çavkaniyeke ewlekariyê ya Iraqê, îro serê sibehê li dijî balafirxaneya navnetewî ya paytext Bexdayê êrişeke berfireh pêk hatiye. Li gorî nûçeya RojNewsê, êrişa ku pêk hatiye bi mûşekan (fuze) çêbûye û hat zanîn ku 6 fûze li balafirxaneyê ketine. 
 
Li gorî wêneyên ku di medya de derketine mûşek li hinek balafirên sivîl jî ketine û balafir zirer dîtine. Hat îdiakirin ku hêzên Iraqê wesayîta ku êrişa mûşekî pêk aniye desteser kirine. Lê heya niha hêzên ewlekariyê yên Iraqê êrişê piştrast nekirine û têkildarî mijarê daxuyanî nedane.