Dadgeha Federal a Iraqê namzetiya Hoşyar Zêbarî da sekinandin

img
NAVENDA NÛÇEYAN - Dadgeha Federal a Iraqê, namzetiya namzetê PDK'ê yê Serokomariya Iraqê Hoşyar Zêbarî da sekinandin. 
 
Dadgeha Federal a Iraqê, namzetiya namzetê PDK'ê yê Serokomariya Iraqê Hoşyar Zêbarî bi awayekî demkî da sekinandin. Beriya niha ji ber gendeliya ku kiribû Parlamentoya Iraqê wezîrtiyê ji Zebarî girtibû. Ji ber vê rewşa wî li ser namzetiya wî nîqaş dihatin kirin û ji bo betalkirinê serî li Dadgeha Federal a Iraqê hatibû dayîn.