Ûkrayna û Rûsya dîsa li hev rûniştin

img
ENQERE - Hevdîtinên di navbera Rûsya û Ûkraynayê de bi tûra çaremîn berdewam dikin. Berdevkê Serokdewletiya Ûkraynaye Mîhaîl Podolyak, derbarê hevdîtinan de ev tişt got: "Bi zor derbas dibin lê berdewam dikin."
 
Muzakereyên di navbera Rûsya û Ûkraynayê de bi tûra çaremîn didomin. Berdevkê Serokdewletiya Ûkraynaye Mîhaîl Podolyak, di hevdîtinan de cih digire, wêneyên derbarê hevdîtinê de parve kir û ev tişt got: "Alî bi awayekî çalak, pozîsyona xwe ya hatiye diyarkirin tînin ziman. Rexmî ku zor e jî têkilî tê danîn. Sedema nelihevkirinê du pergalên siyasî yên ji hev cuda ne. Li Ûkraynayê bi yekdengî diyaloga azad tê kirin, li Rûsyayê jî bi fermanan civak tê tepisandin."
 
Podolyak, diyar kir ku di hevdîtinan de li ser agirbest, vekişandina leşkeran û garantikirina ewlehiya Ûkraynayê radiwestin û da zanîn ku şertên wan ên ji bo agirbestê neguherîne. 
 
Li aliyê din Alîkarê Serokê Ofîsa Serokdewletiya Ûkraynayê Ihor Zhovkva, ji BBC'yê re daxuyand ku li gorî berê Moskova erênîtir nêzî hevdîtinan dibe û evt tişt got: "Li şûna ku ferman bidin, xetên sor diyar bikin û xweradestkirina Ûkraynayê bixwazin, dest bi hevdîtinên çêker kirine."