NY: Li Ûkraynayê herî kêm 816 sivîl jiyana xwe ji dest dane

img
NAVENDA NÛÇEYAN - NY, ragihand ku di şerê Rûsya-Ûkraynayê de 816 sivîl jiyana xwe ji dest dane û hezar û 333 kes jî birîndar bûne. 
 
Komîsertiya Bilind a Penaberan a Neteweyên Yekbûyî (NY), daneyên derbar şerê Rûsya-Ûkraynayê de aşkere kirin. 
 
Hat diyarkirin ku di navbera 24'ê Sibatê-18'ê Adarê de 3 milyon û 270 hezar û 662 penaber ji Ûkraynayê çûne welatên cînara. Nîvîyê pir ê van penaberan çûne Polonyayê. 
 
Her wihat hat destnîşankirin ku di şerê Rûsya-Ûkraynayê de herî kêm 816 sivîl jiyana xwe ji dest dane û hezar û 333 sivîl jî birîndar bûne. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku dibe ku hejmara miriyan û birîndaran zêdetir be.