Berham Salih: Divê qrîza siyasî ya li Iraqê bi dawî bibe

img

NAVENDA NÛÇEYAN - Serokkomarê Iraqê Berhem Salij, diyar kir ji bo ku qrîza li Iraqê bi dawî bibe divê partiyên siyasî muzakereyan bikin.   

Parlamentoya Iraqê, saet di 11.00'an de ji bo Hilbijartina Serokkomariyê li hev civiya. Lê ji ber ku hejmara pêwîst 220 parlamenteran pêk nehat hilbijartin nehat kirin. Serokê Dîwana Serokatiya Meclisa Iraqê, ji ber ku hejmara pêwîst li hev kom nebû hilbijartinê careke din taloq kir. Tê payîn ku ji bo hilbijartinê meclisa roja çarşemê li hev kom bibe. 
 
Serokkomarê Iraqê û Namzetê Serokkomariyê yê Yekîtiya Niştimaniya Kurdistan (YNK) Berhem Salih, derbarê rûniştina parlamentoyê de daxuyanî da. Salih, diyar kir ku temamnekirina xebatên Destûra Bingehîn wî xemgîn dikin û got ku ji bo qrîza li Iraqê bi dawî bibe divê partiyên siyasî muzakereyên micid bikin.