Serokwezîrê berê yê Iraqê Malikî li dijî êrişa Tirkiyeyê derket

  • cîhan
  • 11:55 21 Nîsan 2022
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN  - Serokwezîrê berê yê Iraqê Nurî Malikî, bertek nîşanî êrişên Tirkiyeyê yên li dijî Herêma Kurdistanê da  û ev tişt got: "Ez piştgiriya hemû dengên azad ên Iraqê ku vê êrişê red kirine, dikim."
 
Tirkiyeyê, di 17'ê nîsanê de bi hevkariya Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) li dijî herêmên Zap, Metîna û Avaşîn ên Herêma Kurdistanê ji hewayî û bejahiyê ve êrişeke mezin da destpêkirin. Bertek û nerazîbûnên li dijî vê êrişê berdewam dikin. Piştî gelek rayedarên Iraqê û ronakbirên Herêma Kurdistanê Serokwezîrê berê yê Iraqê Nurî Malikî jî bi daxuyaniyekê bertek nîşanî êrişê da. Malikî êrişên Tirkiyeyê weke şermezarî bi navkir û ev tişt got: Ez piştgiriya hemû dengên azad ên Iraqê ku vê êrişê red kirine, dikim."
 
Malîkî, da zanîn ku ji ber êrişên berdewam ên Tirkiyeyê yên li dijî Herêma Kurdistanê hejmarek zêde ya welatiyên sivîl ji cih û warên xwe koçber bûne. Malikî, piştgiriya xwe ji bo dengên nerazî yên li dijî êrişên Tirkiyeyê jî nîşan da û ev tişt got: "Em li gel wan kesan e ku ji ber êrişa şermezarane ya dewleta Tirk niha li Dihokê li nava mal û dêran koçber bûne û aramiya wan têk çûye.”
 
Di dawiya daxuyaniya xwe de Malîkî, destnîşan kir ku ew êrişên Tirkiyeyê red dikin û li dijî avakirina baregehên leşkerî yên Tirkiyeyê ne.