Erdogan û Putin bi telefonê hevdîtin kirin

  • cîhan
  • 14:16 26 Nîsan 2022
  • |
img
ENQERE - Serokkomarê AKP’yî Tayyîp Erdogan bi rêya telefonê bi Serokê Dewleta Rûsyayê Vladimir Putin re hevdîtin kir. 
 
Serokkomarê AKP’yî yê Tirkiyeyê Tayyîp Erdogan derbarê rojeva şerê li Ûkraynayê de berdewam e li Serokê Dewletê yê Rûsyayê Vladimir Putin geriya û hevdîtin kirin. Hat diyarkirin ku di hevdîtinê de têkiliyên Tirkiyeyê û Rûsyayê hatine axaftin û her wiha li ser agirbesta bi Ûkraynayê re, korîdora mirovî û hevdîtina aliyan li Stenbolê pêk anîbûn hatiye axivîn.