Nûrî El Malikî: Ji bo dewleta tirk hemû kurd wekî hev in

  • cîhan
  • 10:25 28 Nîsan 2022
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Serokwezîrê Iraqê yê berê Nûrî El Malikî têkildarî êrişa Tirkiyeyê ya bi hevkariya PDK’ê li dijî Herêma Federal a Kurdistanê hatine destpêkirin peyamek parve kir û wiha got: “Ji bo dewleta tirk hemû kurd yek in. Divê gelê kurd êdî vê rastiyê fêm bike.” 
 
Tirkiyeyê di 17’ê nîsanê de bi hevkariya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) li dijî herêmên Zap, Metîna û Avaşînê êriş da destpêkirin. Serokwezîrê Iraqê yê berê Nûrî El Malikî têkildarî êrişên li ser Herêma Federal a Kurdistanê li ser hesaba xwe ya twîtterê peyamek parve kir û wiha got: “Ji bo dewleta tirk hemû kurd wekî hev in. Tirkiye bi tu awayî cudahiyê naxe navbera kurdan.  Divê gelê kurd êdî vê rastiyê fêm bike.”
 
‘TIRKIYE JI BÊÎSTÎKRARIYÊ SÛD DIGIRE’
 
Bi domdarî Malikî sedema êrişên dagirkeriyê yên dewleta tirk weke aloziya siyasî ya navxweyî ya Iraqê nîşan da û ev tişt anî ziman: “Tirkiye ji vê aloziya siyasî sûd digire û êrişî xaka Iraqê dike.” 
 
Malikî, diyar kir ku Rêveberiya Herêma Federal a Kurdistanê li dijî êrişan helwestekî pêwîst nîşan nade û wiha bi dawî kir: “Hêzên li Herêma Federal a Kurdistanê li dijî êrişên dewleta tirk nasekinin. Pirsgirêkên di navbera partiyên siyasî yên li Herêma Kurdistanê de pirsgirêkên şexsî ne. Pirsgirêkên polîtîk û neteweyî nînin.”