Erdogan diçe serdana Erebistana Siûdî

  • cîhan
  • 10:47 28 Nîsan 2022
  • |
img
ENQERE - Serokkomarê AKP'î Tayyîp Erdogan, wê serdana Erebistana Siûdî bike. 
 
Serokkomarê AKP'î Tayyîp Erdogan, li ser vexwendina Qralê Erebistana Siûdî Selman bîn Abdûlazîz El Sûûd wê serdana Erebistana Siûdî bike. Serokatiya Ragihandinê ya Serokkomariyê, derbarê mijarê de daxuyanî da û ragihannd ku wê serdana Erdogan îro û sibê pêk bê û di serdanê de têkiliyên di navbera Tirkiye û Erebistana Siûdî û pêşxistina hevkariyê bên nirxandin.
 
Her wiha hat destnîşankirin ku wê di serdanê de pirsgirêkên herêmî û navneteweyî jî bên nîqaşkirin. 
 
Di 2'ê cotmeha 2018'an de komek ji Riyadê hatibû Serkonsulxaneya Erebistana Siûdî ya li Stenbolê û rojnamegerê muxalîf ê siûdî Cemal Kaşikçi kuştibû. Di 7'ê nîsanê de Tirkiye, bi angaşta ku "bersûc biyanî ne, nikarin bên girtin û îfadeyên wan bên girtin" dosyaya cînayeta Kaşikçi radestî Erebistana Siûdî kir. 
 
Piştî vê pêvajoyê navbera Tirkiye û Erebistana Siûdî xweş bû û têkiliyên wan ner bûn.