Êrişên li dijî Zap, Avaşîn û Metînayê li Ewropayê hatin şermezarkirin

  • cîhan
  • 15:22 30 Nîsan 2022
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Li bajarê Dusseldorfê yê Elmanyayê bi hezaran kesan êrîşên dewleta tirk ên bi hevkariya PDK'ê yên li dijî herêmên Zap, Avaşîn û Metînayê bi meşekê şermezar kirin. 
 
Li bajarê Dusseldorfê yê Elmanyayê bi hezaran kes li dijî êrîşên êrişên dewleta tirk ên bi hevkariya PDK'ê di 17'ê Nîsanê de li herêmên Zap, Avaşîn û Metînayê yên Herêmên Kurdistanê dan destpêkirin civiyan û meşiyan. Di meşê de xiyaneta PDK’ê bi dirûşmeyên “Kurdistanê biparêze” hate şermezarkirin.
 
Beriya meşê li qadê Hevseroka KON-MED’ê Zubeyde Zumrut, rojnameger Ferîdûn Kuncîrînî, Hevserokê KCDK-E’yê Yuksel Koç, li ser navê PJAK’ê Îbrahîm Alîpûr, li ser navê platforma Yaresanan Emir Kirmanşan, li ser navê Dîe Lînkeyê Jules El-Khatif û li ser navê KCE-Ewropayê jî Çîçek Yildiz axivîn.
 
'LI VÊ BERXWEDANÊ XWEDÎ DERKETIN PEYWÎRA MIROVAHÎ Û EXLAKÎ YE'
 
Axaftvanan anî ziman ku dewleta tirk bi van êrîşan dixwaze deskeftiyên kurdan ji holê rake û ev tişt gotin: “Gerîlayên azadiyê ne tenê parçeyek axa Kurdistanê diparêze. Gerîlayên azadiyê bi canfedayî Bakur, Başûr, Rojava û Rojhilatê Kurdistanê diparêze. Li vê berxwedana dîrokî xwedîderketin peywîra mirovahî û exlaqî ye. Îro dewleta tirk a dagiker û PDK’ê destê hev girtine û êrîşî gelê kurd dikin. Wê dîrok û tu kurdek vê xiyanetê efû neke.
Em li ser felsefe û ramanên Rêber Apo dimeşin. Wê axa Kurdistanê bibe gora dagiker û xayînan. Êdî dawiya dagirkeriyê û xiyanetê hatiye. Em bang li hemû gelên Kurdistanê û dostên wan dikin ku beşdarî berxwedana gerîlayên azadiyê bibin.”
 
Li bajarê Melbourne yê Avûstralyayê û li bajarê Touluse yê Fransayê jî êrişên li ser Zap, Avaşîn û Metîna hatin şermezarkirin.