Lavrov: Divê destûr ji êrişên nû yên leşkerî yên li Bakurê Sûriyeyê re neyê dayîn

  • cîhan
  • 16:17 23 Tebax 2022
  • |
img
ENQERE - Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov, têkildarî operasyona gengaz a Tirkiyeyê ya li Sûriyeyê de wiha got: “Operasyona leşkerî ya nû ya li Sûriyeyê nayê qebûlkirin.”
 
Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov, li Moskowê bi Wezîrê Karên Derve yê Sûriyeyê Faysal Mîqdad re hevdîtin kir. Lavrov û Mîqtad piştî hevdîtinê civîneke çapemeniyê ya hevpar li dar xistin. Lavrov, diyar kir ku operasyoneke nû ya li Sûriyeyê “nayê qebûlkirin” û di mijara amadekirina Tirkiyeyê ya ji bo êrişeke leşkerî ya bakurê Sûriyeyê de wiha got: “Ya girîng ew e ku rê ji êrişên leşkerî yên nû re neyê dayîn, têkiliyên Sûriyeyê û Tirkiyeyê, divê li ser qenalên dîplomatîk ên bingeha rêgeza siyasî pêk werin.” 
 
Lavrov li ser pirsa rola navbeynkariyê ya Moskowê ya di têkiliyên navbera Şam û Enqereyê de, anî ziman ku Rûsya ji ber ku formata Astanayê ji bo normalîzekirina têkiliyên navbera Sûriye û Tirkiyeyê bi salan e dixebite.