Li Bexdayê qedexeya derketina derve hate ragihandin

  • cîhan
  • 16:31 29 Tebax 2022
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Fermandariya Operasyona Hevbeş a Iraqê li Bexdayê qedexeya derketina ji derve ragihand. 
 
Serokê Tevgera Sadr Muqteda es-Sadr, ragihand ku ji pêvajoya siyasî xwe daye paş. Piştî vê daxuyaniyê piştevanên Tevgera Sadr ber bi Herêma Kesk ve meşiyan. Dûre ber bi ofîsên serokwezîrtiyê û serokkomariyê ve dest bi meşê kirin. Li ser vê yekê Fermandariya Operasyona Hevbeş a Iraqê bi daxuyaniyekê ragihand ku li Bexda qedexeya derketina ji derve hatiye îlankirin. Biryara hatî girtin hemû welatî û wesayîtan digire navxwe û qedexe ji saet 15:00’an û şunde destpêkir.
 
Fermandariya Operasyona Hevbeş a Iraqê daxwaz ji xwepêşanderan kir ku zu bi zu ji nava Herêma Kesk derbikevin û wiha anî ziman: “Hêzên Ewlekariyê ji parastina dezgehên hikumetê, saziyên navnetewî, milkê giştî û taybet berpirsyarin. Pêwîste nêzîkatiyên aştiyane li gel xwepêşanderan bikin.”
 
Tevî qedexeyan jî alîgirên Tevgera Sadr meşa xwe ya ber bi Herêma Kesk ve didomînin. 
 
Serokwezîrê Iraqê Mustafa Kazimî, ragihand ku ji ber çalakvan ketine avahiya Lijneya Wezîran, civînên Lijneya Wezîran betalkirine.