Li Iraqê hejmara miriyan derket 25’an

  • cîhan
  • 14:59 30 Tebax 2022
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Li Iraqê hejmara miriyan a di pevçûnên piştî biryara berdana siyasetê ya Muqteda es-Sadr destpêkirin de derket 25’an. 
 
Bîlançoya pevçûnên ku li Iraqê piştî biryara berdana siyasete ya serokê Tevgera Sadr, Muqteda es-Sadr dest pê kirin her ku diçe giran dibe. Tê diyarkirin ku di pevçûnan de hejmara miriyan derket 25’an û herî kêm 380 kes birîndar bûne.