Sadr ji kolanan alîgirên xwe kişandin, qedexe rabû

  • cîhan
  • 16:38 30 Tebax 2022
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Mûqteda es-Sadr ji alîgirên xwe re banga vekişandina kolanan kir. Li ser vê yekê Fermandariya Giştî ya Iraqê li bajaran biryara qedexeya derketina derve rakir. 
 
Serokê Tevgera Sadrê Mûqteda es-Sadr li ser pevçûnên li Bexdayê derketine li Necefê daxuyaniya çapemeniyê da daxuyand ku ew, pevçûnên ku derketine red kiriye. Mûqteda es-Sadr destnîşan kir ku xwepêşandanên ku derketine veguherîne tundiyê û ev tişt gotin: “Ji ber pevçûnên derketine ez ji gelê Iraqê lêborîna xwe dixwazim. Yê ku dimire jî yê ku dikuje jî diçe dojehê. Divê em hemû ji bo çareseriyê hewl bidin. Ez êdî ji vê re nabêjim şoreş. Ji ber ku xwepêşandanên ji bo çareseriyê dest pê kirin, vegûherîn tundiyê.”  
 
BANGA VEKIŞÎNA JI KOLANAN
 
Mûqteda es-Sadr ê ku banga vekişînê li aligirên xwe kir û di berdawamiyê de ev tişt gotin: “Tu eleqeya pevçûnan bi Haşdî Şabiyê re tune. Ez Haşdî Şabî ya ku rêz nîşanî xwepêşandanan daye re spas dikim. Hûn bi gulereşandina hev re nikarin nelirêtiyê tune bikin. Ez teqez venagerim siyasetê. Dê mudaxileyê li siyasetê jî nekim. Di nava 60 deqeyan de divê hemû aligirên Tevgera Sadrê ji kolanan vekişin.” 
 
QEDEXE RABÛ
 
Piştî biryara vekişandina ji kolanan ya Sadrê, Berdevkê Fermandariya Giştî ya Artêşa Iraqê Yahya Resûl ragihand ku Fermandariya Operasyonên Hevpar qedexeya derketina derve rakiriye.