Kazimî bi Biden re axivî

img
NAVENDA NÛÇEYA - Serokwezîrê Iraqê Mûstafa el-Kazimî bi Serokê DYA'yê Joe Biden re bi telefonê axivî. 
 
Ofîsa Çapemeniyê ya Serokwezîrtiya Iraqê ragihand ku Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerikayê (DYA) bi telefonê bi Serokwezîrê Iraqê Kazimî re axiviye. Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku Biden piştgirî dide Iraqa serbixwe û serwer. Hat ragihandin ku Biden ji bo malbatên kesên ku pevçûnên di navbera hêzên hikûmetê û alîgirên Tevgera Mûkteda es-Sadr de jiyana xwe ji dest dane re peyama sersaxiyê daye. 
 
Hat gotin ku Bîden banga diyalogê li hemû serokên Iraqî kiriye ku ji bo pevçûnên siyasî bên çareserkirin di çarçoveya makezagonîde diyalogê pêk bînin.