Îsraîlê ji hewayê êrişî Sûriyeyê kir: Herî kêm 5 leşker hatin kuştin.

  • cîhan
  • 09:45 17 Îlon 2022
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Di êrişa Îsraîlê ya ji hewayê ya li nêzî balefirgeha Şamê kiriye de herî kêm 5 leşker hatin kuştin. 
 
Hat destnîşankirin ku Balafirên şer ên Îsraîlê êrişeke hewayî li Sûriyeyê kir. Li gor agahiya ajansa hikûmeta Sûriyeyê ya Sanayê balefirên şer ên Îsraîlê êrişî balafirgeha başurê Sûriyeyê û piran kir. Hat ragihandin ku di êrişê de 5 leşkerên Sûriyeyê hatin kuştin û xusara madî pêk hat. 
 
Li gor Mala Çavdêriyê ya Mafên Mirovan a Sûriyeyê di êrişê de tevî 5 leşkerên Sûriyeyê 2 milîsên ku Îran piştgirî dide wan jî hatine kuştin. 
 
Di nava mehekê de balefirên şer ên Îsraîlê 2 caran balafirgeha bakurê Suriyeyê ya Helebê bombe kir. Ji sala 2011’an a şer dest pê kir û heya niha Îsraîlê sedan caran êrişî hêzên rejîma Sûriyeyê, hêzên Îranê û endamên Hizbûllaha Lubnanê kir.