Di navbera Tacîkîstan û Kirgizîstanê şer derket

  • cîhan
  • 12:27 17 Îlon 2022
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Hat zanîn ku di saetên serê sibê de di navbera Kirgizîstan û Tacîkîstanê de şer derketiye û 24 leşker mirine. 
 
Hat zanîn ku di navbera leşkerên mûhafiz ên ser sînora Kirgizîstan û Tacîkîstanê de şer derketiye û 24 leşker di vî şerî de jiyana xwe ji dest dane. Di daxuyaniya Wezareta Tenduristiya Kirgizîstanê de hat destnîşankirin ku cenazeyê 24 leşkeran anîne nexweşxaneyên herêma Batken a li başurê welat. Hatibû ragihandin ku her du aliyan êkûdu bi binpêkirina peymanan sûcdar kiribûn û bi saeta herêmî saet di 16.00'an de di mijara agirbestê de li hev kiribûn. 
 
Di navbera her du welatan de ji ber nelihevkirinên sînor, ji ber zevî, avdana zeviyan, çerandina heywanan, qaçaxçîtî, bikaranîna rêya hevpar û derbasbûnên bê destûr gengeşe derdikeve.