Pûtîn seferberiya leşkerî îlan kir

  • cîhan
  • 10:15 21 Îlon 2022
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Serokê Dewleta Rûsyayê Pûtîn ê seferberiya qismî ya leşkerî îlan kir wiha got: “Heke gef li yekparetiya axa me bê kirin, wê Rûsya hemû rêyên heyî bikarbîne, ev ne blofek e.”
 
Serokê Dewleta Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn, seferberiya qismî ya leşkerî îlan kir. Pûtîn, bi lêv kir ku piştgiriya biryarên serbixwetiya herêmên Donbas, Zaporijya û Herson ên Ûkraynayê dikin. Pûtîn, diyar kir ku welatên rojhilatê cîhanê li Ûkraynayê çareseriyeke aştiyane naxwazin û got: “Heke gef li yekparetiya axa me bê kirin, wê Rûsya hemû rêyên heyî bikarbîne, ev ne blofek e.”