RAWA: Destkeftiya li Îranê dê li Efxanistanê jî rê li ber guherînê veke

  • cîhan
  • 12:26 22 Îlon 2022
  • |
img
ENQERE - RAWA’yê da zanîn ku berxwedana jinên Rojhilata Navîn her tim hev bandor dikin û wiha got: “Destkeftiyên li Kurdistanê li Îranê, destkeftiyên li Îranê jî dê li Efxanistanê rêyekê veke.” 
 
Jina ciwan a kurd Jîna Mahsa Amînî li Tehranê ji hêla “polîsên exlaqê” ve bi hinceta pora wê xuya dike bi îşkenceyê hat qetilkirin. Çalakiyên ji bo Amînî hatin destpêkirin hêj berdewam in. Komeleya Jinên Şoreşger ên Efxanistanê (RAWA) ku di dawiya sala 1970’an de li dijî paşverûtiyê hatibû avakirin, ji bo jinên îranî peyama piştevaniyê parve kir. Di peyama RAWA’yê ya li ser medyaya civakî hatiye parvekirin de hat gotin ku li Îranê Mahsa û li Efxanistanê jî Elahe ne qurbaniyên ewil ên wehşeta radîkalîzmê ne û ev tişt hatin gotin: “Ev bû 40 sal ku pergalên her du dewletên yên dijminên jinan, pergalên zordest, cahil û barbar hewl didin jinan dîl bigirin.” 
 
'SILAV JI GELÊ SERHILDÊR Ê ÎRANÊ RE’
 
Bi domdarî di peyamê de ev tişt hatin parvekirin: “Ji bo şikandina van zincîran ji bilî têkoşîneke hevpar, tu şensên din ên jinan nînin. Li dijî dijminê mezin radîkalîzmê, li dijî hêzên komploger û parastvanên sûcdaran, divê têkoşîneke hevpar bê dayîn. Dema ku rûtbeya hêmayên şer û bazirganan hatin jêkirin, mirov dikare bibêje lehengiya jinan dê berhemdar be. Em piştevaniya xwe ya bi Tevgera Azadiyê ya Îranê re radigihînin û dibêjin ku baweriya me ya bi serhildêriya gel û bi taybet jî ya jinên îranî di asta herî jor de ye ku dê vê rejîma xwînmij û dilbikîn a ‘Velayat Faqih’ têk bibin û biavêjin sergoyê. Ji dojeha bi navê Efxanistanê em silavên xwe yên bêdawî ji gelê serhildêr ê Îranê re dişînin. Êşa we, êşa me ye.” 
 
'BERXWEDANA WE BO ME BÛ HÊVÎ’
 
Berdevka RAWA’yê Rawî, têkildarî mijarê bi ajansa me re axivî. Rawî, anî ziman ku berxwedanên jinan ên Rojhilata Navîn her tim bandorê li hev dikin û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Destkeftiyên li Kurdistanê li Îranê, destkeftiyên li Îranê jî li Efxanistanê rê nîşanî jinan dide. Ev rewş hêvî, hêz û cisaretê dide me. Pir girîng e ku li Îranê jin û zilam mil didin milê hev û têdikoşin. Fanatîkên olperest li dijî me tevan e û îşkenceyê li me tevan dikin. Divê zilam her tim mil bidin milê jinan. Pêdiviya welatê me bi vê heye. Ji bo piştevaniya di navbera welatan de hewcehî pê heye ku em derheqê hev de bêhtir bixwînin. Heta ku em bi hev re têbikoşin, dê nekarin me li ser bingeha etnîkî û olê ji hev parçe bikin. Wekî RAWA’yê em hezkirin û piştevaniya xwe ji jinên îranî re dişînin. Bila hêz li gel we be.”