Ji bo piştgiriya bi gelê Îranê re dê li 120 navendên cîhanê çalakî bên lidarxistin

  • cîhan
  • 14:42 30 Îlon 2022
  • |
img
ENQERE - Koma aktîvîst a Middle East Matters li ser hesaba xwe ya medyaya civakî ragihand ku bi mebesta piştgiriya bi gelê Îranê re dê li 120 navendan çalakiyan li dar bixin û bernameya çalakiyan ragihand. 
 
Koma aktîvîst a Middle East Matters, ji bo piştgiriya bi çalakvanên Îranê re li 80 navendan çalakî birêxistin kirin. Komê, li ser hesabên xwe yên medyaya civakî bernameya çalakiyan ragihand. Li gorî bernameyê; li gel bajarên DYA’yên weke New York, San Francisco, Washington DC, Los Angeles, Detroit, Boston, Seattle û bi dehan navendên din, her wiha dê Montreal, Vancouver û Quebec ên Kanadayê û li 12 navendên din çalakiyan li dar bixe. Her wiha di heman demê de dê li 14 navendên Almanyayê, 5 navendên Ingilistanê, 5 navendên Îtalyayê, 5 navendên Avustralyayê, 4 navendên Swîsreyê, 2 navendên Zelandaya Nû, 2 navendên Hollandayê, 2 navendên Danîmarkayê û li 2 navendên Avusturyayê jî çalakiyan li dar bixe. Di heman demê de dê kom li welatên weke Qibris, Îrlanda, Spanya, Fînlandiya, Japonya, Polonya, Belçîka, Macaristan, Slovakya, Swêd, Portekîz, Estonya û Komara Çek jî çalakiyan li dar bixe. 
 
Di daxuyaniya xwe de Middle East Matters wiha got: “Di 1’ê cotmehê de em ê li seranserî cîhanê li zêdetirî 120 bajaran piştgiriyê bidin gelê Îranê. Bajarê xwe bibînin û di têkoşîna azadiyê de tev li îraniyan bibin!” 
 
Koma aktîvîst da zanîn ku dê heta 1’ê cotmehê lîsteya xwe nûjen bikin.