Swêdê ambargoya çekan a li ser Tirkiyeyê rakir

  • cîhan
  • 15:54 30 Îlon 2022
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Piştî serlêdana ji bo endamtiya NATO’yê, Swêdê ambargoya çekan a li ser Tirkiyeyê rakir. 
 
Daîreya Kontrolkirina Îxracata Çekan a Swêdê (ISP) piştî sê salan, ragihand ku dikarin teçhîzatên di çarçoveya qanûna bazirganiya çekan de, bifiroşin Tirkiyeyê. Di biryarê de hat destnîşankirin ku alavên elektronîk û teknolojiyê jî dikarin bên firotin. 
 
Hêjayî bibîrxistinê ye ku piştî êrişa Tirkiyeyê ya di 9’ê cotmeha sala 2019’an a li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, ISP’ê di 15’ê cotmeha sala 2019’an de biryara ambargoyê dabû. 
 
Tê gotin ku biryara behsa xeberê ji ber serlêdana Swêdê ya ji bo NATO’yê hatiye dayîn. Tirkiyeyê ji bo endamtiya NATO’yê, ji Swêdê xwestibû ku ambargoya çekan rake.