Nûnera Taybet a NY’ê ya Iraqê: Divê tu cîran Iraqê weke milkê xwe nebînin

  • cîhan
  • 12:08 5 Cotmeh 2022
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Nûnera Taybet a NY’yê ya Iraqê Jeanine Hennis-Plasschaert bertek nîşanî êrişên Tirkiye û Îranê dan û wiha got: “Divê tu cîran, Iraqê weke milkê xwe nebînin.” 
 
Nûnera Taybet ya Neteweyên Yekbûyî (NY) a Iraqê Jeanine Hennis-Plasschaert di civîna Konseya Ewlekariyê ya NY’yê de axivî ku ji bo nirxandina rewşa siyasî ya Iraqê hat lidarxistin. Hennis-Plasschaert, di civînê de êrişên Tirkiye û Îranê yên li dijî Iraqê weke “asayîbûneke nû ya din” pênase kir û wiha got: “Divê tu cîran, Iraqê weke milkê xwe nebînin.”
 
Hennis-Plasschaert, bi domdarî ev tişt anî ziman: “Di meha gulanê de min ji bo topbaranên Tirkiye û Îranê gotibû ‘asayîbûneke nû ya din’ û hişyarî dabû. Bi êrişên Îranê yên hefteya bihûrî re dikarim xwe tenê dubare bikim. Ev çalakiyên bêperwa ku encamên rûxîner bi xwe re tîne û dibin sedema mirin û birîndariya mirovan, bi dawî bibin. Divê tu cîran, Iraqê weke milkê xwe nebînin. Divê di mijara binpêkirina serwerî û yekparetiya Iraqê de tu cîran xwedî parêzbendî nebin û destûr jê re neyê dayîn.”