Li Parlamentoya Ewropayê bi dirûşmeya ‘Jin jiyan azadî’ porê xwe birî

  • cîhan
  • 15:27 5 Cotmeh 2022
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Parlamenter Amîr Sehlanî ji bo şermezarkirina qetilkirina Jîna Mahsa Amînî li ser kursiya Parlamentoya Yekitiya Ewropayê bi diruşmeya “Jin jiyan azadî” porê xwe birî.
 
Parlamenter Amîr Sehlanî ji bo şermezarkirina qetilkirina Jîna Mahsa Amînî li ser kursiya Parlamentoya Yekitiya Ewropayê piştî axaftina xwe ya piştgirî daye şoreşa jinê ya Îranê, porê xwe birî. 
 
Amîr Sehlanî bal kişand ser çalakiyên jinên li Îranê ev 3 heftene bi wêrektî didomin û got: “Li Îranê jinên kurd, fars, azerî ji bo ku azadiya xwe bi dest bixin amade ne ku canê xwe bidin. Divê Yekitîya Neteweyan di vê mijarê de bêdeng nemîne û li dijî vê yekê helwest nîşan bide. Nexwe dê zextên li ser jinan zêdetir bibin.”
 
Amîr Sehlanî di dawiya axaftina xwe de destnîşan kir ku heya jinên Îranî azadiya xwe bi dest dixin ew ê li cem wan be û bi dirûşma “Jin jiyan azadî” porê xwe birî.