Li Kîevê li ser hev teqîn pêk hatin

  • cîhan
  • 10:36 10 Cotmeh 2022
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Piştî ku Ûkraynayê Pira Kerç bombebaran kir li paytext Kîev’ê li ser hev teqîn pêk hatin. 
 
Piştî ku Ûkraynayê Pira Kerç a Kirima Ûkraynayê bombebaran kir, li paytext Kîevê li ser hev teqîn pêk hatin. Ji ber teqînan li gelek noxteyên Kîevê dû radibin. Şaredarê Kîevê Vitali Kliçko, di sepana xwe ya Telegramê de wiha got: “Li navenda paytext, li herêma Shevchenskivskyi çend teqîn pêk hatin.”
 
Ûkraynayê beriya demekê Pira Kerç a Kirima ku Rûsyaye îlhak kiribû, bombebaran kiribû. Pira ku weke sembola ilhaka Rûsyayê tê dîtin, zirareke mezin dît. Teqînên li Kîev a paytexta Ûkraynayê jî, demeke kin piştî êrîşên li hemberî Pira Kerçê rû dan.