Hêzên rejîma Îranê, Komarê 16 salî qetil kirin

  • cîhan
  • 14:18 1 Mijdar 2022
  • |
img
ENQERE - Hêzên rejîma Îranê di çalakiyên şermezarkirinê yên li bajarê Pîranşar yê Rojhilatê Kurdistanê didomin de zarokê kurd Komar Daroftadeh ê 16 salî bi hedefgirtinê qetil kir. 
 
Çalakiyên şermezarkirinê yên bi qetilkirina Jîna Emînî ya 22 salî ku li Îranê ji aliyê “polîsên exlaqê” ve hat qetilkirin dest pê kirin, li gelek bajarên Îranê û Rojhilatê Kurdistanê berdewam dikin. Di serî de paytext Tehran, li Meşhed, Zencan, Erak, Senendec, Îsfahan, Mazenderan, Şîraz, Hemedan, Kazvîn, xwendekarên zanîngehan çalakiyên xwe didomînin. 
 
Li bajarê Pîranşar yê Rojhilatê Kurdistanê di çalakiyên duh bi şev berdewam dikirin de hêzên rejîmê zarokê kurd ê 16 salî Komar Daroftadeh qetil kir. 
 
‘MIN NAVÊ WÎ KIR KOMAR’ 
 
Cenazeyê Daroftadeh ê 16 salî ku xwendekarê Beşa Muhasebe yê pola 11’emîn bû, bi tev li bûna hezaran kesan li gundê Zêwkê yê Pîranşarê ku lê ji dayik bûye hate veşartin. Bav Hasan Daroftadeh ku di merasîma cenaze ya kurê xwe de axivî wiha got: “Kurê min di 25’ê tîrmehê de ji dayik bû, min navê wî kir Komar. Ji bo ku ji ber azadî û axê jiyana xwe ji dest da ez pê serbilind im. Ji duh bi şev ve cergê min peritî. Hûn nizanin ku mirov zarokê xwe winda bike êşeke çawa ye. Lê wî ji bo azadiya xwe û gelê xwe, xwe feda kir.”
 
PARVEKIRINA KOMAR A DAWÎ
 
Parvekirina dawî ya Draftadeh ya 16 salî li ser hesaba xwe ya Înstagramê ku helbesteke nivîskarê Îranî Hamîdreza Abak jê girtî û parvekirî wiha ye: “Em mirovên Rojhilata Navîn in. Hinek ji me di şer de, hinek di girtîgehê de, hinek di rê de hinek jî di behrê de dimirin. Çiyayên bilind jî tenêtiya xwe ji me distînin ji ber ku karê me mirin e.”
 
Bi hezaran kesên li bajarên Rojhilat derketin kolanan, qetilkirina Draftadeh a ji aliyê hêzên rejîmê ve şermezar kirin. 
 
Penaber û nivîskarê kurd ê Îranî Behroûz Boochanî ku li Enstîtuya Mafên Mirovan a Awûstralyayê weke lêkolîner dixebite parvekirina herî dawî ya Draftadeh a li ser medya civakî parve kir û bi gotina “Komar ciwan bû, dema hat kuştin tenê 16 salî bû” bertek nîşanî qetilkirina wî da. 
 
Li gorî saziyên mafên mirovan, di çalakiyên şermezarkirinê yên li Îranê didomin de herî kêm 45 zarokan jiyana xwe ji dest dane.