Li Zambiyayê cenazeyê 27 penaberan hatin dîtin

  • cîhan
  • 14:01 12 Kanûn 2022
  • |
img

NAVENDA NÛÇEYAN - Li paytexta Zambiya Lusakayê cenazeyê 27 penaberên ji Etiyopyayê hatin dîtin. 

 
Li paytexta Zambiya Lusakayê li rexê rê cenazeyê 27 penaberan hatin dîtin. Hat zanîn ku cenazeyên hatine dîtin ên penaberên etiyopyayî ne. Cenazeyên penaberan rakirin morga Nexweşxaneya Perwerdeyê ya Zanîngeha Zambiyayê. Gelemperiya penaberên ji Erître, Cibûtî, Somalî û Etiyopyayê ji bo derbasî Efrîqeya Başûr bibin li ser Zambiyayê derbas dibin. 
 
Çendek meh berê jî li bajarê Malavî yê li sînorê rojhilatê Zambiyayê gorekî komî hatibû dîtin ku cenazeyên 25 penaberên etiyopyayî tê de bûn.