Rewşanbîrên navdar têkildarî êrişan ji Ingilistanê re name şandin: Êrişan bidin sekinandin

  • cîhan
  • 14:34 14 Kanûn 2022
  • |
img

NAVENDA NÛÇEYAN - Gelek kesên navdar têkildarî êrişên dewleta tirk ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Herêma Federe ya Kurdistanê bo Serokwezîrê Ingilistanê Rishi Sunak nameyek şandin û xwestin ku pêşîn li ber êrişan were girtin. 

 
Komîteya Aştî ya Kurdistanê, li dijî êrişên dagirkeriyê yên dewleta tirk nameyek ji Serokwezîrê Ingilistanê Rishi Sunak re şandin. Zanyarê ziman ê li cîhanê naskirî Noam Chomsky, Serokê Giştî yê Partiya Karkeran a Ingilistanê yê berê Jeremy Corbyn, Sekreterê Giştî yê Komîsyona Sivîl a Tirkiyeyê ya Yekitiya Ewropayê (EUTCC) Michael Gunter, parlamenter Kate Osamar, Hywel Williams, Jean Lambert, Nûnerê Sendîkaya UNITE the Union Simon Dubbins jî di nav de gelek akademîsyen, rewşenbîr, nivîskar û rojnamevanan mohra xwe danîn binê nameyê.
 
Name bi sernavê "Têkildarî êrişa hewayî ya Tirkiyeyê ya li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Iraqê"  hate amadekirin û ji Serokwezîr Sunak re wiha gotin: 
 
Birêz Serokwezîr, em têkildarî êrişên hêzên tirk û Îranê yên li dijî gelê kurd ên li Sûriye, Iraq û Îranê dinivîsînin.
 
ÊRIŞ LI DIJÎ HIQÛQA NAVNETEWEYÎ YE
 
Kampanyaya bomebarana hewayî ya Tirkiyeyê ku di 19'ê mijdarê de li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Iraqê hate destpêkirin, dewam dike. Ev êriş, çalakiyeke leşkerî ye ku bi rengekî eşkere hiqûqa navneteweyî binpê dike. Em bang li hikûmeta we dikin ku bi gotinên herî şênber van çalakiyan şermezar bikin. Em bang li we dikin ku piştgiriyê bidin hewldanên navneteweyî yên ji bo mîsogerkirina aştiya li vê herêmê û van êrişên ku gefê li aramiya herêmî dixwin, rawestînin. Li gel bandora hilweşîner a bombebaranê ya li ser sivîlên li van herêman, dibe ku bibe sedema zêdebûna pêla koçberiyê ya girseyî jî.
 
Serokkomar Erdogan êrişa bombeyî ya giran a 13'ê mijdarê ya li Stenbolê weke hincetekê bi kar tîne û ji bo me cihê metirsiyê ye ku vê yekê ji bo êrişên li ser herêmên ku şêniyên wê bi giranî kurd in, dike mîna amûrekê.
 
ÊRIŞÊN REJÎMA ÎRANÊ
 
Di heman demê de hêzên hikûmeta Îranê jî êrişeke bêrehm birin ser kurdên li Îranê. Piştî çalakiyên şermezarkirinê ku li dû kuştina jina kurd Jîna Emînî ya li navenda polîsan hate destpêkirin, Artêşa Muxafizên Şoreşê ya Îslamî êrişên li ser bajar û navçeyên li rojavayê welêt zêde kir ku piraniya şêniyên van bajaran kurd in.
 
Komara Îranê her wiha bi îdiaya ku bi piştgiriya çalakgeran şerê li bajarê kurdan ên li Îranê sor dikin, êriş bir ser kurdên îranî yên xwe li Iraqê girtine.
 
Weke ku hûn jî dizanin, Mîsyona Alîkariya bi Iraqê re ya Neteweyên Yekbûyî diyar kir ku divê êrişên Îran û Tirkiyeyê bêne rawestandin û serweriya neteweyî ya Iraqê neyê binpêkirin. Her wiha ragihand ku ev çalakiyên tundiyê li herêmê aloziyê zêde dikin, dibin sedema trajediyê.
 
SICÎLA TIRKIYE Û ÎRANÊ YA LI DIJÎ KURDAN METIRSÎDAR E
 
Cihê metirsiyê ye ku Îran û Tirkiye ji bo têkbirina 'yên herdu welatan nearam dikin' li hev kom dibin û banga hevkariyê dikin.
 
Herdu welat xwedî sicîleke metirsîdar e ku beriya bi dehan salan li dijî nifûsa Kurdan zilemeke giran kirin. Bêdengî û xemsariya welatên mîna me, hêz û wêrekiyê dide êrişkaran û dibe sedem ku hîn bêhtir mirov jiyana xwe ji dest bidin, herêm bikeve nava şerekî timî û DAIŞ û komên milîs ên mîna wê ji nû ve bikevin nava liv û tevgerê.
 
Nûnerê Taybet ê Neteweyên Yekbûyî yê ji bo Sûriyeyê di 29'ê mijdarê de wiha got; 'Operasyonên leşkerî yên berfireh ên aktorekî wê bandorê li qadên din jî bike. Em di kêliyeke biryardanê de ne. Piştî sê salên hinekî bi aram derbas bûn, fikrê lidarketina operasyoneke leşkerî ya mezin, min aciz dike. Têkildarî bandora vê yekê li ser sivîlên li Sûriyeyê û tevahiya herêmê bi tirs û fikar im. Ji ber ku heta niha ji bo çareseriya siyasî ya pirsgirêkê hewldaneke cidî nehatiye kirin, îxtimala zêdebûna rageşiyê min bi heman rengî dixe nava tirs û fikaran. Rêxistinên terorê yên hatine bêbandorkirin, lê belê hînê nehatine têkbirin, wê ji rewşa nearam a nû yekser sûdê werbigirin.'
 
BANGA LI NY Û INGILISTANÊ KIRIN 
 
Ji bo şermezarkirina vê asta metirsîdar a tundiya li dijî qanûnê, weke Serokwezîr em bang li we dikin ku dengê xwe bilind bikin. Bang li Neteweyên Yekbûyî û Ingilistanê dikin, bikin ku hevalbendê NATO'yê Tirkiye li gorî sozên navneteweyî û hiqûqa navneteweyî tevbigere.
 
Em bang li we dikin, ku ji bo dengê gelê kurd bê bihîstin û di vê pêvajoyê de bi rengekî rast bê temsîlkirin, ji bo pêkhatina aştî û diyalogê li herêmê tişta ji destê we tê bikin, bandora xwe bi kar bînin."
 
KESAYETÊN KU MOHRA XWE DANÎNE BINÊ NAMEYÊ
 
Kesên ku mohra xwe danîne binê nameyê:
 
"Patrons: John Austin, Baroness Blower of Starch Green, former GS NUT,
Prof Bill Bowring,  
Julie Christie,  
Noam Chomsky,  
Jeremy Corbyn MP,  
Maggie Cook, UNISON women activist;  
Prof Mary Davis,  
Lord Dholakia,  
Simon Dubbins, UNITE International Director,  
Jill Evans, former MEP,  
Desmond Fernandes,
 Lindsey German, Convenor STWC,  
Melanie Gingell,  
Christopher Gingell,  
Prof Dr. Michael Gunter Secretary-General, EU Turkey Civic Commission (EUTCC),  
Rahila Gupta, journalist,  
Nick Hildyard, policy advisor,  
Dafydd Iwan, Former President Plaid Cymru,  
James Kelman, Bruce Kent,  
Jean Lambert, former MEP,  
Dr Les Levidow, Open University,  
Elfyn Llwyd, John McDonnell MP;
Aonghas MacNeacail, Scottish Gaelic poet,
Mike Mansfield QC,  
David Morgan, journalist,  
Doug Nicholls, General Secretary, GFTU,  
Dr. Jessica Ayesha Northey, Sinn Fein MLA Conor Murphy,  
Dr Thomas Jeffrey Miley,  
Kate Osamor MP,  
Margaret Owen OBE,  
Ali Gul Ozbek, Former Councillor and Mayor of Haringey;  
Gareth Peirce,  
Dr Felix Padel,  
Maxine Peake, actor,  
Dr Thomas Phillips, Liverpool John Moores University,
Trevor Rayne, writer,  
Joe Ryan,  
Bert Schouwenburg, International Trade Union Adviser;  
Tony Simpson,  
Bertrand Russell Peace Foundation,  
Stephen Smellie, PIK Trade Union Liaison Officer,
Jonathan Steele, journalist,  
Steve Sweeney, journalist,  
Gianni Tognoni, General Secretary Permanent People’s Tribunal,  
Dr Tove Skutnabb-Kangas,
Dr Federico Venturini, Associate Researcher, University of Udine, Italy;  
Dr Tom Wakeford,  
Dr Derek Wall,  
Julie Ward, former MEP,  
Kariane Westrheim, Chair, EU Turkey Civic Commission (EUTCC);  
Hywel Williams MP."