Gerstêrkeke nû ya ji bo jiyanê guncav hate keşfkirin

  • cîhan
  • 10:30 12 Çile 2023
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - NASA’yê gerstêrkeke bi qasî 100 salên ronahiyê ji cîhanê dûr û ji bo jiyanê guncav keşf kir. 
 
Ajansa Hewavanî û Fezayê (NASA) ya DYA’yê ragihand ku gerstêrkeke nû ya bi qasî cîhanê mezin keşf kirine. NASA’yê di daxuyaniya xwe de destnîşan kir ku Peyka Lêkolînkirina Gerstêrka Wêdetir a Derbas Dibe (TESS), li Komstêra Fînmasî (Dorado) li rêgeha xwe ya li “herêma ji bo jiyanê guncav” gerstêrkeke wêdetir a bi qasî cîhanê mezin keşf kiriye. Navê "TOI 700 e" li gerstêrkê hate kirin û hat diyarkirin ku bi qasî 100 salên ronahiyê ji cîhanê dûr e.