Li Lubnanê gel ji ber erdhejê li derve ye

  • cîhan
  • 00:34 21 Sibat 2023
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN – Li Lubnanê ku bandor ji erdhejên Hatayê girt, gel derket derve. Hat diyarkirin ku li Lubnanê kesî jiyana xwe ji dest nedaye. 
 
Erdhejên bi pileya 6,4 û 5,8 ên li navçeya Samandagi û Defneyê yên Hatayê çêbûn, bandor li Lubnanê jî kirin. Ji ber vê li Lubnanê gel derket derve û li qadên vala kom bû. 
 
Li paytext Beyrûtê gel daket kolanên Taxa Tariq el-Cedîd û Taxa Dahayê û li Taxa Kas Kasê jî li Parka Xorşê kom bû. 
 
Her wiha li bajarê Trablûsşamê jî ku nêzî Hatayê ye, gel derket derve. Li vir welatî li Qada Fûarê ya Reşîd Kerame kom bû. 
 
Hat ragihandin ku li Lubnanê kesî jiyana xwe ji dest nedaye û tu xesar çênebûye.