Rojnamevana Îranî Abasian: Rêya dîktatoran yek e

  • cîhan
  • 10:14 22 Sibat 2023
  • |
img
WAN - Rojnamevan Asal Abasian diyar kir ku hêj rojnamevanên jin Nilofar Hamedi û Elahe Mohammedi nekarîne bi parêzerên xwe re hevdîtinê bikin, darizandinek nehatiye kirin û têkildarî zextên li Îran û Tirkiyeyê yên li dijî çapemeniyê jî wiha got: “Rêya dîktatoran yek e.”
 
Federasyona Rojnamevanên Kanadayê ji bo Azadiya Ramanê (CJFE) îsal 'Xelata Azadiya Çapemeniyê' ku her sal dide da rojnamevan Nilofar Hamedî û Elahe Mohammadî yên eşkere kirin ku Jîna Amînî li Îranê bi îşkenceyê hatiye kuştin. Aktîvîsta femînîst a Îranî û rojnamevan Asal Abasian têkildarî rojnamevan Hamedî û Mohammedî yên hêj girtî ne axivî. 
 
Abasian a qetilkirina Emînî weke “kurteya Îranê” penase kir, bi bîr xist ku her du rojnamevanên jin ji ber nûçeyên çêkirine hêj girtî ne û wiha got: “Federasona Rojnamevanên Kanadayê (CJFE) ji ber vê yekê ‘Xelata Azadiya Çapemeniyê’ da hevalên me yên xebatkar. Em nikarin wan ji zindanê bigirin jî navên wan wê heta hetayê bên bibîrxistin.”
 
HÊJ DARIZANDIN DEST PÊ NEKIRIYE
 
Abasian, anî ziman ku têkildarî Hamedî û Mohammedî nikarin agahiyan bi dest bixin û wiha domand: “Hêj jî darizandinek nehatiye kirin û cezayek nehatiye birîn. Parêzerên wan hêj ji hevalên me agahiyek negirtî ye. Me serî li hemû mekanîzmayên rojava dan. Me hêj encamek negirtî ye. Beriya niha tenê bi hevjînên xwe re karîn hevdîtinê bikin. Me agahî girt ku di zindanê de sekneke baş nîşan didin û qet paş ve gavê naavêjin. Di girtîgehê de berxwedana xwe didomînin û hin girtiyên din jî tev li wan bûne.”
 
95 ROJNAMEVAN HATIN GIRTIN
 
Li gorî Komîteya Parastina Rojnamevanan (CPJ) di şermezarkirinên di Îranê de 95 heval hatin girtin û wiha pê de çû: “Binçavkirina evqas rojnamevanan ji bo Îranê jî hejmareke zêde ye. Qet nebe ji bo demekî wisa kurt. Em careke din qîr dikin û dibêjin rojnamevanî ne sûc e.”
 
RÊYA DÎKTATORAN YEK E
 
Abasian, qala zext, binpêkirinên mafan, girtin û binçavkirina li Tirkiyeyê û Îranê ya li dijî rojnamevanan kir û wiha bi dawî kir: “Dema em lê dinêrin rêya hemû dîktatoran yek e. Karê wan ê ewil jî bû bêdengkirina rojnamevanan. Bi vê boneyê em silavên xwe ji kedkarên çapemeniyê yên li Tirkiyeyê dixebitin dikin. Niha her du welat jî di nava krîzekê de ne. Qasî ku ji destê me tê em destê xwe dirêj dikin lê têra nakin. Lê em dizanin ku dema em li kolanê hev dibînin em hev nas dikin. Ez dibînim ku karê em dikin encam digire. Ji ber dibînim ku êşa bi gelê me dane kişandin em ji cîhanê re radigihînin.”
 
MA / Cengîz Ozbasar